Li Geverê tedbîrên awerte
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê berî daxuyaniya Ciwanên BDP'ê ya têkildarî balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin.
A+
A-
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Ciwanên BDP'ê ji bo balê bikşînin ser greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger dê saet di 14.00'an de daxuyaniyê bide çapemeniyê.
Berî daxuyaniyê polîsa tedbîrên gelek berfireh girtin. Li ber Otela Oslo ya ku meşê dê li dest pê bike bi dehan wesayîtên zirxî lêhatin bicihkirin û li gelek nokteyan tîmên taybet hatin bicihkirin. Ciwan jî li ber avahiya BDP'ê dest bi kombûnê dikin.
ANF NEWS AGENCY
Bêjeyên Miftehî li,geverê,tedbîrên,awerte