Li Geverê çi diqewime?
SAMÎ YILMAZ
COLEMÊRG (DÎHA)- Li Geverê piştî çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê di 6-7'ê cotmehê de hatin lidarxistin polîsan pêkanînên nû xistin dewreyê. Piştî daxuyaniya Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya "Min ji bo Geverê ferman daye" sewqîyata leşkerî zêde bû, bi pêkanînên polîsan derebe tên girtin, êrîşa li dijî û hewldana provokasyonan dest pê kir. Herî dawî duh li Geverê polîsan ciwanê bi navê Rojhat Ozdel (18) qetil kirin. Serokê ÎHD'ê yê Colemêrgê Îsmaîl Akbulut ê bûyerên dawî nirxand diyar kir ku li navçeyê hêzên tarî hene û ev pêvajoya çareseriyê xira dike.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê di 6-7'ê cotmehê de hatin lidarxistin pêkanîn nû yên ketin dewreyê bû sedema qetilkirina ciwanekî. Piştî gotina Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya "Min ji bo Geverê ferman daye" li navçeyê di bin navê "ewlehiyê" de pêkûtiyên polîsan her diçe zêde dibe. Balkêş e li navçeyê piştî Yakup Canbolat ê ji Serokatiya Daîreya Perwerdehiyê ya Wezareta Karên Hundir wekî walî ji bo Colemêrgê hate tayînkirin zêde bû. Di demên dawî de polîsên ku bi rihên yên dişibin DAIŞ'iyan heqeret li gel dikin, cenazeyên YPG û YPJ'iyan nahêlin navçeyê, zarok, parêzer û rojnameger tên hedefgirtin li navçeyê alozî zêde kir. Li navçeyê ji bo esnaf derebeyên dikanên xwe bigirin polîs rasterast êrîşan pêk tînin û ber bi sînorê Herêma Federal a Kurdistanê jî ev 10 rojên dawî ne bênavber sewqiyata leşkerî tê kirin. Herî dawî jî li navçeyê di salvegera qetilkirina 3 welatiyên di 6-7'ê kanûna 2013'an de di bûyerên derketin de polîsan ciwanê bi navê Rojhat Ozdel (18) jiyana xwe ji dest da.
Li navçeyê polîsên ku pêkanînên taybet dikin gelek deverên navçeyê dorpêç kirine. Li navçeyê kolana Ezexaneyan, Duriyana Girtîgeha Kevn noqteyên kontrolê hatine danîn û li herêmên Herînk, Esentepe û Serkanê jî bi kamerayên termal vê dişopînin.
Ji ber van pêkanînan Baroya Colemêrgê jî bi fikar e. Serokê Baroya Colemêrgê Muhyettîn Gungor diyar kir ku li Colemêrg û naçeyan hiqûq nemaye û pêkanînên taybet ên navê wî nehatiya danîn pêk tên. Gungor bilêv kir ku di vê pêvajoyê de pêkanînên xirab ên ku berê nehatiye meşandin pêk tên û polîs bi panzeran ve heqeret li manewiyata gel dikin û gel tehrîk dikin. Gungor diyar kir ku êdî îşkence û pêkûtî li kolanan tê kirin û wiha berdewam kir: "Li dijî ev nêzîkatiyên faşîst a peywirdarên dewletê çi heyf e meqamên edlî tiştekî nakin. Bixwazin jî nikarin bikin ji ber ku li bajar û navçeyên me jibilî polîsan tu payeya kesekî nîn e."
'Tê xwestin pêvajoya çareseriyê ji Geverê bê xirakirin'
ÎHD'a Colemêrgê jî bi rojan e bûyerên ku li Geverê diqewimin di cih de lêkolîn bikin dixabitin. Serokê ÎHD'a Colemêrgê Îsmaîl Akbulut diyar kir ku têkîldarî bûyerên ku qewimî ne çûne bi qaymeqam re hevdîtinê pêk bînin lê qaymeqam wekî Serokê rêxistina AKP'ê tevgeriya ye. Akbulut anî ziman ku ligel ku hesasiyeta Geverê ya ji bo pêvajoya çareseriyê tê zanîn jî navçe bi aweyeke zanebûn hatiye hilbijartin û li navçeyê hin hêzên tarî yên xwed^ili pêvajoyê dernakevin hene û xwe rêxistin kirine, çavdêriyên wan bi vî awayî ye. Akbulut ev tişt anî ziman:" Hikûmet bila nefikire ku gel dê li hemberî van kirinan bêdeng bimîne. Pêkanînên di bin navê nîzama cemaweriyê de ji salên 90'an heta niha hene. Em fêm nakin ku hikûmet di bin navê ewlehiya cemaweriyê de çi bike. Gelo tê xwestin ji bo kuştinên kiryar nediyar zemîn bê avakirin. Qirkirinên siyasî, îşkence, derb her diçe zêde dibe."
Akbulut got ku divê hemû partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên civakî yên Colemêrg û navçeyan bi hevre tevbigerin û pêşiya hewldana hikûmetê ya xirakirina pêvajoyê ji Geverê bigirin, heke yekîtî pêk neyê ev pêvajoya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re destpê kiriye dê heba bibe.
(sa)