Li Geverê êrîşên hêzên dewletê: 2 kuştî 4 birîndar
COLEMÊRG (DÎHA) - Li Geverê piştî îlankirina qedexeya derketina derve, li navçeyê terora dewletê hate meşandin. Di êrîşên polîsan de zarokê 17 salî yê bi navê Saît Îmat Arici û Nayîm Noyan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Êrîşen hêzên dewletê û li hemberî êrîşan berxwedana gel heya saetên sibê bênavber berdewam kir.
Piştî amadekariyên êrîşê, Walîtiya Colemêrgê duh êvarê saet di 20.00'an de qedexeya derketina derve îlan kir û bi qedexeyê re jî êrîşên hêzên dewletê destpêkir. Bi qedexeyê re, ketin û derketina navçeyê jî bi wesayîtên zirxî yên leşkerî hate girtin. Piştî saet 23.00'an, li hemberî taxên Cumhuriyet û Gungorê operasyon hate destpêkirin. Li gel operasyonê, li navçeyê xetên înternetê hate qûtkirin. Bi taybet dora Taxa Cumhuriyetê ji aliyê bi sedan polîsên tîmên taybet, leşker û polîsan ve hate pêçandin.
Hêzên dewletê ku ji ber barîkatên gel nikaribûn bikevin taxan, nav kuçeyan bêserûber gulebaran kir. Piştî ku li taxên Orman, Gungor, Eskî Kişla, Yeşîldere û Mezarlîkê jî êrîş destpêkirin, gel jî daket kolanan û bi çepik, tilîlî û çalakiya dengderxistinê dest bi berxwedanê kir.
Dîwarên malan hatin xirabkirin
Hêzên dewletê derdora 03.00'ê şevê, li gel hemû êrîşan encax xwe gihandin ber Mala Gel a Taxa Cumhuriyetê. Polîsên ji ber xendek û barîkatan nema dikaribûn zêdetir pêş bikevin, bi wesayîtên zirxî dîwarên baxçeyên malan xirab kirin û hewl dan ji xwe re rê vekin. Di heman demê de, malên derdor jî hatin gulebarankirin.
Bombeya polîsan li ber piyê ciwanan teqiya
Di dema êrîşan de, bombeyek polîsan ku ji çeka bi navê bombeavêj hate avêtin, li ber 3 ciwanan teqiya. Di teqînê de piyên ciwanan ji wan qutbû. Di teqînê de zarokekî bi navê Saît Îmat Arici (17) li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, ciwanê bi navê Naîm Noyan û kesekî ku navê wî nehat zanîn giran birîndar bûn. Ji bo ciwanên birîndar ambulans hate xwendin lê erkdarên tenduristiyê diyar kirin ku biryara walîtiyê heye ku dema êrîş hebin dê nekevin nav taxan.
Polîs riya nexweşxaneyê girt
Tevî ku rewşa ciwanên birîndar giran bû, ji ber xebatkarên tenduristiyê nehatin cihê bûyerê, xizmên ciwanan xwestin bi wesayîtan ew bigihînin nexweşxaneyê. Lê, pêşiya wesayîta ku ciwanan dibir nexweşxaneyê, li ber derê nexweşxaneyê bi panzêrên polîsan hate birîn û polîs destûr neda ku ciwanan rakin nexweşxaneyê.
Birîndar li malan hatin dermankirin
Hate zanîn ku polîs ji malbatên ciwanan re gotiye ku ewê bi tu awayî destûr nedin ku birîndar rakin nexweşxaneyan. Ji ber ku destûr nehat dayîn her du birîndar rakin nexweşxaneyê, ciwan birin malan û li wir bi derfetên welatiyan hatin dermankirin.
Noyan jî jiyana xwe ji dest da
Di vê navberê de, ambulansa ku destûr nehat dayîn biçe birîndaran bigire, ji bo cenazeyê Îmat Arici ji taxê bigire destûr hate dayîn. Lê welatî bertek nîşanî vê rewşê dan û cenazeyê Arici teslîmî ambulansê nekir. Piştî bertekên gel, destûr hat dayîn ku her du ciwanên giran birîndar bi wesayîtên sivîl rakin nexweşxaneyê. Her du birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û cenazeyê Arici jî anîn morga heman nexweşxaneyê.
Naîm Noyan ê ku ji ber astengkirin polîsan bi saetan şûn ve rakirin nexweşxaneyê, di saetên sibê de ji ber kêmbûna xwînê jiyana xwe ji dest da.
Li taxên cûda 3 kes birîndar bûn
Li Taxa Dize jî, di encama êrîşên polîsan de zarokê bi navê Mucahît û welatiyek bi guleyan birîndar bûn. Her du birîndar rakirin nexweşxaneyê. Her wiha, li Taxa Eskî Kişlayê jî welatiyê bi navê Haşîm Sedal, bi guleya polîsan ji piyê xwe birîndar bûn. Şedal jî rakirin nexweşxaneyê.
Êrîşên hêzên dewletê bi taybet li Taxa Cumhuriyetê, li seranserê navçeyê heya saetên sibê berdewam kir. Hêzên dewletê xwe li navenda navçeyê û li ser riya Şemzînanê bicih kirine. Gel jî, barîkatên ku hatine vekirin ji nû ve ava dike.
Her wiha hate zanîn ku di pevçûnên şevê de kêmanî 8 leşker jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
(sy)