Li Gimgimê êrîşa tund: 2 kes bi giranî 4 kes birîndar bûn
10 Pûşper
MÛŞ (DÎHA) - Welatiyên bi armanca şermezarkirina komkujiya Lîceyê riya Gimgim-Kanîreş-Erziromê ji trafîkê re girtin rastî êrîşa polîsan a tund hatin. Di encama êrîşê de 2 kes bi giranî 4 kes birîndar bûn.
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê welatiyan li hemberî çêkirina qereqol û qeleqol û şermezarkirina komkujiya Lîceyê roja borî riya Gimgim-Kanîreş-Erziromê ji trafîkê re girtibûn û welatî rastî êrîşa polîsan a tund hatin. Ligel du helîkopteran leşkera anîn qadê, 3 TOMA, gelek wesayîtên zirxî, wesayîtên kar û gelek leşker û polîsan bu guleyên plastîk û ava şid êrîş li gel kirin.
Welatiyan ji bi keviran bersiva êrîşê dan û di encama êrîşê de du jinên yek 35 salî û yek jî 50 salî ji ber bombeyên gazê birîndar bûn. Du jinên birîndar bûn ji aliyê welatiyan ve ji qadê hatin dûrxistin. Piştî demek şunda di pevçûnan de du ciwanên bombeyên gazê li serê wan ketin jî bi giranî birîndar bûn. Her du ciwan bi ambulansên li qadê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Gimgimê.
Li herêmê pevçûn berdewam dikin û li navenda Gimgimê jî esnafan dikanên xwe venekirin. Li navçeyê polîs û leşkeran tedbîrên dijwar girtin.
(bd)