1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Girtigeha Mûşê zext û zordarî zêde dibin
Li Girtigeha Mûşê zext û zordarî zêde dibin,li,girtigeha,mûşê,zext,û,zordarî,zêde,dibin

Li Girtigeha Mûşê zext û zordarî zêde dibin

A+ A-

AMED (DÎHA) - Li Girtigeha Tîpa E ya Mûşê girtiyên PKK û PAJK'ê rastî muameleya keyfî yê rêvebiriya girtigehê tên. Li girtîgehê bi taybetî girtî di dema dermankirinê û lêgerîna tazî de rastî muameleyên kêyfî yên rêveberiya girtîgehê tên. Girtiyên siyasî der barê pirsgirêk û pêkutiyên ku dijîn banga hestiyariyê ji raya giştî re kirin.

Girtiyên siyasî yên ku di destpêka pevajoyê hevdîtinê yê çareserkirina pirsgireka kurd de li Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê di girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê kirin, piştî çalakiya wan tundî û mumeleyên kêyfî yên rêveberiya girtîgehê li ser wan zêde bû. Girtiyên PKK û PAJK'ê yên di Girtigeha Tîpa E ya Mûşê de tên girtin, der barê pirsgirekên ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve dijîn bi nameyekî ji ajansa me re ragihandin. Di nameyê de helwesta rêvebiriya girtigehê û rewşa dawî ya girtigehê ragihand.

Girtî nayên dermankirin

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê Ayten Beçet di nameya şandî de diyar kir ku di demên dawî de zext û pêkûtiyên li girtigehê zedê bûne û bi taybetî jî ji aliyê tenduristiyê ve pirsgirekên mezin dijîn. Beçet destnîşan kir ku ew di aliyê dermankirinê de pirsgirekên girîng dijîn û piştî serlêdanan a bi hefteyan rêveberiya girtîgehê wan dibin revîrê. Beçet da zanîn ku sewqa nexweşxaneyan jî piştî mehan çêdibe û pirsgirekên dijîn wiha ragihand: "Hevalên me yên ku piştî mehan sewqî nexweşxaneyan tên kirin bi kelebçeyan dibin nexweşxaneyê. Dema em bi vê rêbazê qebûl nakin, bêyî derman muayne bikin paşde tînin girtîgehê. Dema em ve rewşê ji rêveberiya girtigehe re dibêjin rastî bersivên, 'Hûn serî li ku didin bidin. Tiştekî ku me eleqedar dike tune ye' tên. Em girtiyên PKK û PAJK'ê carek din dibejin ku kiryarên tu eleqeya wan bi mirovahiyê re tune ye em tu car qebûl nakin."

'Bi awayekî tol stendinê nezikî girtiyên siyasî dibin'

Serokê TUYAD-DER a Wanê Wanê Ahmet Aygun der barê zext û pêkûtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Mûşê axivî û diyar kir ku reveberiya girtîgehe girtiyên edlî yên ku hin amûran dixin girtîgeha bi heman hincetê nezikî girtiyên siyasî dibe û ev yêk bi awayekî zanê tê kirin. Aygun destnîşan kir ku piştî greva giştî ya li tewahiyê girtingehên Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk hat hin sererastkirin, li gorî xwe hin sererastikinan çêkirin, lê mixabin her ku çû zextên li ser girtiyan zêdetir bû. Aygun bi lêv kir ku bi taybetî jî piştî fîrara Girtigeha Çewlîkê helwesta revebirên girtîgehan li ser girtiyên siyasî her ku çû zede bû bi taybetî jî li ser girtiyên PKK û PAJK'ê. Aygu da zanîn li Girtîgeha Mûşê 61 girtî bi awayekî keyfî hatin sirgunkirin û têne 42 kes girtiyên siyasî li girtîgeha man lê hê jî revebirên girtîgehê dev ji polîtîkayên xwe bernedaye.

'Armanc ji holê rakirina rêxistinbûna girtiyan a di girtîgehan de ye'

Aygun anî ziman ku agahiya wan li ji hemû polîtikayên li Girtîgeha Mûşê tên meşandin hene û wiha axivî: "Di bana pergala Wezareta Dadê hin rexistinên hene û ev kesana pergala xwe li girtîgehan didomînin. Armanca wan rexistinbûyîn û vîna girtiyên şoreşger yên PKK û PAJK'ê bişkînin. Wan teslîm bigirin. Armanca wan a din jî pevajoya bi Serok Apo re hatî destpekirin asteng bikin û provoke bikin. Em wek komeleya malbatên girtiyan bi her awayî girtiyên xwe bi têne bernadin. Em ê li kolanan, li kuçeyn û hemû qadan bibin dengê wan."

Girtîgehê derbarê mijare de agahî neda

Der barê mijarê de rêveberên Girtîgeha Mûşê yê diyar kir destûra wan a şîrovê bikin tune û heke ji Wezareta Dadê destûr bê standin û dozgerî jî wan agahtar bike dikarin agahî bidin.

(hy/go/wk)