Li Girtîgeha Bandirmanê pêkûtî didomin
Di pêvajoya diyalogê de û li hember gotinên dê hikûmet gav bajêve, li girtîgehan de pêkûtiyên li hemberî girtiyan zêde dibe
HULYA OKALÎN
ÊLIH (DÎHA) - Di pêvajoya diyalogê de û li hember gotinên dê hikûmet gav bajêve, li girtîgehan de pêkûtiyên li hemberî girtiyan zêde dibe. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmanê ya Balikesîrê tên girtin bi rêya nameyekê diyar kirin ku ji ber di sala 2012'an de ji bo pirgirêkên wan werin çareser kirin dest bi greva birçibûnê kiribûn, di nav de girtiyên nexweş jî heyî 48 girtî 8 mah in rastî cezayê disiplînê tên.
Li girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê zext û binpêkirinên mafan yên li ser girtiyan her ku diçe zêde dibe. Ligel rewşa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibin jî, girtiyên nexweş nayên berdan rastî zext û cezayan tên. Li gorî bîlançoya Wezareta Dadê ya Tirkiyê zêdetirî 130 hezar kes di girtîgehan da ligel cezayên giran li wan hatiye birîn. Tevî hemû hişyarî û bangan a jî girtiyên nexweş ne tên berdan ne jî tên derman kirin. Di encama van polîtîkayan de gelek girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin. Yek ji wan girtigehên "Mirinê" jî Girtigeha Tîpa T a Bandirmanê ya Balikesîrê ye.
'Daxwaza mafê xwe kirin rastî cezayê dispilînê hatin'
Li girtîgehan bi sedan girtî di sînorê mirinê de lê hê jî rayedarên dewletê bêdeng in. Di heman demê de li girtîgehên zext û zordariyên li hember girtiyan her ku diçe zêde dibin. Balkêşe di pêvajoya diyalogê de zext zêdetir dibin. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmanê ya Balikesîrê tên girtin bi rêya nameyekê diyar kirin ku ji ber di sala 2012'an de ji bo pirgirêkên wan werin çareser kirin dest bi greva birçibûnê kiribûn, di nav de girtiyên nexweş jî heyî 48 girtî 8 mah in rastî cezayê disiplînê tên. Girtiyên rastî cezayê disiplînê hatin jî nêzî 3 meh in nikarin bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Dîsa rêveberiya girtîgehê bi hinceta cezayê disiplînê destûr nade girtî derkevin di hewşê de hewayê bistînin. Her wiha malbatên ji bo hevdîtina xizmên xwe diçin girtîgehê rastî zextên gardiyanan tên.
'Tevî nexweşe jî rastî zextan tê'
Di Girtîgeha Tîpa T a Bandirmanê ya Balikesîrê 48 girtî di nav de 11 girtiyên nexweş hene ji van girtiyan ji girtiyên bi navên Hacî Bozkurt ku ji roviyê xwe nexweşe, Yusuf Ozturk jî ji çokên xwe nexweş, Serdar Batur ku ji dilê xwe nexweş, Ramazan Batur ku çavên wî ji sedî 82 nabîne, Huseyin Îdîr ku ji pişta xwe fitiq û di pişaka wî de întihab heye, Tahîr Cengîz ku ji pişika xwe nexweş e, Nevzat Karabacak ku ji dilê xwe nexweş e, Yusuf Kekcik ku nexweşiya astimê pê re heye, Îbrahîm Tekîn ku ji îşkenceya lê hatinê kirin de, di hestiyên wî de pirsgirêk heye, Nesîp Tarim û Yusuf Demîr ku zerika mezin (Hepatît B) bi wan re hene jî, ligel hemû nexweşiyan jî rastî zext û zordariyê tên.
'Ji ber cezayê disiplînê nayê berdan'
Di nameyê de hate diyar kirin ku girtiyê bi navê Xelîl Adîguzel ku cezayê wî qediyaye, ji ber cezayê disiplînê ji girtîgehê nayê berdan. Xelîl Adîguzel ê ku di çalakiyê de hat binçavkirin û pişt re hat girtin, piştî cezayê wî ya fermî di 15'ê kanûna 2015'an de qediya, lê Adîguzel ji ber cezayê disiplînê ev 3 meh in ku nayê berdan. Dîsa girtiyên ku cezayên wan kêm mane û bi gorî qanûnên dewletê dikarin bi serbestiya bi kontrol ji girtigehê azad bibin jî, ji ber cezayê disiplînê nayên berdan.
Dîsa di nameyê de hat ragihandin ku tevî daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re şandin jî heya niha tu daxwazên girtiyan nehatin bi cih anîn û her ku diçe zextên li girtîgehê zêde dibin.
(ho/oî)