Li Girtîgeha Mêrdînê tevgera ambulansan
Li koguşên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M a Mêrdînê dengê sloganan bilind dibin û li dû hev ambulans ketin girtîgehê.
A+
A-
Li koguşên girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M a Mêrdînê dengê sloganên "Îsyan", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" bilind dibin. Tê gotin ku demek berê li girtîgehê tevgera leşkerî pêk hat û ambulans jî ketin girtîgehê. Heta niha ambulansek ji girtîgehê derket û ambulansek jî ket girtîgehê. Welatiyê li hemberî girtîgehê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan di "Mala Nobedariyêd" li ser tevgerê hatin ber girtîgehê. Welatiyên li ber girtîgehê bersiva sloganên ji girtîgehê bilind dibin bi slogana "Bijî berxwedana zîndanan" da. Sekna rageşî ya li ber girtîgehê berdewam dike. Tu agahiyên zelal ji girtîgehê nayên girtin.
Hate ragihandin ku parêzer ji bo agahiyan bigirin çûn girtîgehê.
DİHA
Bêjeyên Miftehî li,girtîgeha,mêrdînê,tevgera,ambulansan