1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Girtîgeha Rihayê dengê sloganan bilind dibe
Li Girtîgeha Rihayê dengê sloganan bilind dibe,li,girtîgeha,rihayê,dengê,sloganan,bilind,dibe

Li Girtîgeha Rihayê dengê sloganan bilind dibe

Li Girtîgeha Rihayê piştî Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn û Wezîrê Ewlehiya Civaki û Xebatê Faruk Çelîk çûn girtîgehê çalakî hatin lidarxistin

A+ A-

Li Girtîgeha Rihayê ku di odeya C-15'an de 13 girtiyên edlî hatin qetilkirin û 5 girtî jî birindar bûn, piştî Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn û Wezîrê Ewlehiya Civaki û Xebatê Faruk Çelîk çûn girtîgehê çalakî hatin lidarxistin. Di ziyareta wezîran de girtiyan slogan berz kirin û malbatên girtiyan jî li ber deriyê girtîgehê çalakî pêk anîn.

Li Girtîgeha Rihayê, li Odeya C-15'an a edliyan ku 18 girtî lê dimînin 13 girtî hatin şewitandin û 5 girtî jî birîndar bûn. Piştî komkujiyê Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn û Wezîrê Ewlehiya Civaki û Xebatê Faruk Çelîk çûn girtîgehê lêkolîn kirin. Dema wezîr çûn girtîgehê girtiyan çalakî pêk anîn û sloganên girtiyan bilind dibin. Dîsa li derve jî malbatên girtiyan ku li er girtîgehê kom bûne, çalakî pêk anîn. Malbatên ku rastî astengiya polîsan hatin, bertekên xwe anîn ziman. Di navbera malbat û polîsan de rageşî derket û ji ber israra malbatan polîsan xwe bi paşve kişandin. Polîsan destûr neda ku çapemenî çalakiyê bikişîne kamarayê û dengê sloganên girtiyan li girtîgehê bilind dibe.

(mae)