Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê pêkutî
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dibînin, diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê li hemberî wan pêkutiyên keyfî pêk tîne û dixwaze pêkanînên 12'ê Îlonê li hemberî wan bixwin dewreyê.
Girtiyên bi navê Halît Înan û Mehmet Aslan ên di 2'yê sibatê de ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçularê sirgûnî Girtîgaha Tîpa L a Antalyayê hatin kirin, diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê dixwaze bi pêkutiyên keyfî yên li hemberî wan pêktîne wan teslîm bigirin. Girtiyan, anîn ziman ku pêkutiyên pêktên weke pêkutiyên 12'ê Îlonê ne û xwestin raya giştî li hemberî vê yekê bihestiyar be. Dayîka Mehmet Aslan Ayşe Fatma Aslan, diyar kir ku di 27'ê nîsanê de kurê wê Mehmet Aslan li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê bi telefonê li wê geriya û binpêkirinên mafên mirovan ji wê re ragihandin. Aslan, anî ziman ku 3 meh berê kurê wê bi awayeke keyfî ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê hate kirin. Aslan, da zanîn ku li girtîgehên pêkutiyên serdema 12'yê Îlonê pêktên û wiha got: "Kurê min di telefonê de ji min re got ew di bin zextên gelek zêde de ne. Ji wan re tê xwestin ku li ser piyan û di rêzê de hijbarê bidin wan. Kesên vê yekê qebûl nekin rastî şîdetê tên. Kesên li hemberî pêkutiyên keyfî tên rastî cezayên dîsîplînê tên. Nameyên wan nayên dayîn û mafê wan ê daxwaznameyan tên astengkirin. 4 mehin tu kes sewqî doktor nehatine kirin. Kurê min ev pêkutî di telefonê de ji min re gotin. Îşkence û şîdeta li ser zarokên me, me gelek bi guman dike."
Aslan, da zanîn ku ew û hevserê wê kal û pîrin û ji bo alîkariya hiqûqî serî li Şaxa ÎHD'ê ya Edene da.
Rêveberiya Girtîgehê jî têkildarî îdîayan de diyar kir ku ew tu agahiyan nadin.
(bd/mae)