1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li girtîgehan amadekariyên qetilkirinan
Li girtîgehan amadekariyên qetilkirinan,li,girtîgehan,amadekariyên,qetilkirinan

Li girtîgehan amadekariyên qetilkirinan

TUHAD-FED: Li girtîgehan bi provokasyonan amadekariyên qetilkirinê dikin

A+ A-

Seroka Giştî ya TUHAD FED'ê Zubeyde Teker, diyar kir ku ji bo li girtîgehan komkujiyan pêk bînin provokasyon tên amadekirin û amadekariyên komkujiyên nû tên kirin. Teker, anî ziman ku li Îmraliyê 9 mehin hevdîtin pêk nayê û agahî nayên stendin û wiha got: "Li aliyê din welatên mafên mirovan diparêzin li hemberi vê rewşê bêdeng dimînin û ev yek nayê famkirin."

Seroka Giştî ya TUHAD FED'ê Zubeyde Teker, der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên girtiyan de daxuyaniyek nivîskî da. Teker, anî ziman ku li girtîgehan li aliyekî tacîz û tecawiz zêde dibe û li aliyê din girtî yek bi yek tên sirgûnkirin. Teker, anî ziman ku berpirsiyarê hemû binpêkirinên mafên girtiyan hikûmeta AKP'ê ye û wiha got: "Di 24'e îlona 1996'an de li Amedê, di 19'e çileyê 2001'an de li Stenbolê, û li diji girtiyan operasyon hatin lidarixistin. Dîsa bi provoyasyonan amadekariyên komkujiyên nû tên kirin. Hêjmara girtiyan ji 50 hezarî derket 130 hezari. Pêkanînên li girtîgehan encama neçareseriya pirsgirêka kurd e.

'Ocalan bi edalet nayê darizandin'

Teker, da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî edalet nayê darizandin û 9 mehin ji Ocalan agahî nayê girtin. Teker, bilêv kir ku hemû hiquqa neteweyî û navneteweyî tê binpêkirin û mafê mirovan ketiye bin piyan. Teker, bang li welatên ku pesnê xwe bi parastina mafên mirovan didin kir û xwest li hemberî vê rewşa tecrida li ser Ocalan tê meşandin bêdeng nemînin. Teker, destnîqan kir ku ew wateyê nade bêdengiya welatên ewropayê û wiha got: "Ev bêdengî û ev tecrîd nayê qebûl kirin û wiha got: "Li Tirkiyeyê 3 milyon kurd got Ocalan vina min a siyasî ye. Dîsa li gel hemû astengiyan bi milyonan kurd ji bo azadiya Ocalan li kolanan dikin qêrîn."

'Aştî dê bi Ocalan pêk bê'

Teker, bibîrxist ku ger aştî bê Tirkiyeyê dê bi Ocalan pêk bê û wiha dawi li axaftina xwe anî: "Ez bang li hemû kesan dikim û dibêjim; werin em bi hevre tecrida li ser Brêz Ocalan rakin. Ji bo Tirkiyeyek ku mirov lê bijî em rê li pêşiya tecrîdê bigirin û bila Brêz Ocalan azad tev bigere. Bila operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bkibin. Bila pêkanînên li girtîgehên Karataş, Kurkçuler, Şakran, Bafra, Tekirdag û girtîgehên din bi dawî bibin. Niha 248 girtiyên nexweş rewşa wan giran e û jê 102 girtî di sînorê mirinê dene."

(mae)