Li girtîgehan binpêkirina mafan zêde dibin
09:06 06.01.2014
ÊLIH(DÎHA) - Girtiyên siyasî ku ji ber zextan û binpêkirin mafan ketîbûn grêva biçîbûnê rastî cezaya dîsîplînê hatin. Mehmet Acar ji ber ku tevlî grêva bîrçîbûnû bûbû û cezayê wî qediyabû û ji ber cezayê dîsîplînê serbest ne hat berdan. Hevsara Mehmet Acar Nayîme Acar anî ziman ku ev nîzikayî bê hiqûqiyê.
Girtiyên siyasî ku bi salan di girtîgehên tirkiyê de tên girtin, roj bi roj dibin maxdurê binpêkirina mafan û zextên bê hiqûqî. Girtiyên siyasî ku mişextî bajarên wek Tekirdag, Erzurum, Îzmir û Çankiriyê tên kirin bi malbatên xwe re rastî zeht û zordariyan tên. Yek ji wan maxduran jî Mehmet Acar e. Mehmet Acar ku di maha gulana 2013 de li ser siyasetê hatibû girtin û piştre mişextî Girtîgeha Tîpa F'ê ya Tekîrdagê hetîbû kirin her çendî cezayê wî xilasbûyeye jî ji ber cezayê dîsîplînê nehat berdan. Mehmet Acar û bi tevlî hevalên xweyê girtîgehê ji ber zext û zilman li girtîgehan werin rawestandin ketîbûn grêva birçîbûnê rastî cezayan hatin. Acar her çikas ku piştî 7 mahan cezayê wî xilasbûye jî ji ber ku 2 mehan cezayê dîsîplînê lê hat birin serbest ne hat berdan.
'ji bo jiyaneke bi şeref canên xwe danin ber bazarê'
Hevsera Mehmet Acar, Nayîme Acar diyar kir ku ev 7 mehe ku hevserê ye wê di girtîgehê de û cezayê wî qediya ye lê ji ber ku tevlî grêva birçîbûnê bûye 2 mehin ceza lê hatiyê birin û nehatiye berdan û wiha got: "Hevserê min û hevalên wî Mezher Çinar û Feysel Yurek ji ber ku di girtigehê de rastî zextan dihatin û mafên xwe parastine tenê canekê wan hebû û wî canî jî ji bo jiyaneke bi şeref danin ber bazarê, ji ber ku tenê canê wan di destên wan de hebû. Ev jî bûye sedema cezaya dîsîplînê."
Acar, her wiha anî ziman ku cezayê dîsîplînê vegeriya ye zext û zordariyekê din û wiha got: " Di gîrtigehê de cezayên werzişe hatî dayîn naylin girtî aktîvîteyên xwe bikin mafên wan hatine binpêkirin û di hevditînê de astengî dertên." Acar bang li raya giştî kir ku bila ji van bêdadmendiyan re bê deng nemîne.
(ho/my)