Li girtîgehan zext zilm û sirgûn berdewam dikin
ENQERE (DÎHA) - Girtiya bi navê Hamiyet Vural a li Meletiyê ketiye greva birîbûnê ya bêdem û dorveger 8 rojan xistin hucreya yek kesî û rastî zextan hat. Her wiha girtiyên zilam ên ku nexwestin girtî ji hev bên cudakirin ji aliyê gardiyan ve hatin derbkirin.
Greva girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ji 15'ê Tebaxê were berdewam dike û ji ber konsepta şer a ku hikûmeta demkî ya AKP'ê xistiye dewrê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gihiştine asta herî jor. Girtiya bi navê Hamiyet Vural dema li Zanîngeha Semsûrê Beşa Zanyarên Civakî dixwend di sala 2012'yan de di encama operasyonên "KCK'ê" de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê. Vurala ku ket greva birçîbûnê bi hinceta "Em ê te bibin nexweşxaneyê" sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê hat kirin. Vural di nameya ji DÎHA'yê re şand de bal kişand ser binpêkirinên mafan ên ku di dema grevê de rastî hatiye.
Vural diyar kir ku di Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê de ew tenê jin bi 7 girtiyên zilam re dest bi greva birçîbûne kirine û wiha got: "Di roja 3'yemîn a grevê de hatin û j imin re gotin; 'em ê te bixin hucreya yek kesî' min jî got; 'cezayê min ê hucrê tune ye' û ez li hemberî wan derketim. Li ser vê yekê ez bi zorê xistim hucreyê. Hucre gelek pîs û biçûk bû."
Vural bi lêv kir ku li hucrê doşekek hebû ew jî pîs û şilbû û wiha pêde çû: "Min got ez nikarim li ser vê doşekê razêm. Wan jî got; 'her kes li ser diraze tu jî dê li ser birazî' min jî rojname danîn erdê û li ser raketim. Min ji wan re got; 'ger hûn min nebin koguşê ez ê greva xwe bi avê tenê berdewam bikim.' Ji bo ez dest ji grevê berdim zext li min kirin, zextên pîskolojî li ser min didin meşandin û ji min re dibêjin tuyê poşman bibî."
Vural da zanîn ku ew fêrbûye ku ji bo doşek neyê guhertin midûrê dewemîn ê girtîgehê telîmat daye û wiha axivî: "Di hucreyê de tenê min av vexwar û 8 rojan li wir mam. Dema ez xistim hucreyê hevalên me yên zilan ên li koguşên D-1 û D-2 dimînin ji ber ku nexwestine hevalên wan ên di grevê de ji wan bên cudakirin ji aliyê 70-80 gardiyanên ku bi navê 'taxima A' tê nasîn ve hatin darbkirin. Roja ez ji grevê derketim serê sibê bi hinceta 'emê te bibin nexweşxaneyê' ez birim Girtîgeha Elbîstanê."
Vural bang li her kesî kir kul i hemberî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her kes hestiyar bin.
(mb)