1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li girtîgehên Tirkiyê 228 jê giran, 578 girtiyên nexweş hene
Li girtîgehên Tirkiyê 228 jê giran, 578 girtiyên nexweş hene,li,girtîgehên,tirkiyê,228,jê,giran,578,girtiyên,nexweş,hene

Li girtîgehên Tirkiyê 228 jê giran, 578 girtiyên nexweş hene

A+ A-

OMER ÎKE

AMED (DÎHA) - Li Tirkiyê ligel rewşa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibin jî, girtiyên nexweş nayên berdan. Li gorî rapora ÎHD’ê 228 jê giran, 578 girtiyên nexweş hene. Tevî raporên saziyên tipa edlî û raporên bijîşakan girtiyên nexweş nayên berdan û her sal gelek derbestên girtiyên nexweş ji girtîgehê derdikeve.

Tevî ku pêvajoya diyalogê ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin 2 sal derbasbûn jî hikûmeta AKP’ê tu gavên şênber neavêtin. Ji destpêka pêvajoya diyalogê heya niha yek ji xalên herî giring Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehê de ne radiweste. Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 228 jê giran, 578 girtiyên nexweş hene.

‘Tevî raporên bijîşkan girtiyên nexweş nayên berdan’

Parêzerê şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yusuf Erdogan der barê rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehan de ji Ajansa me re axivî. Erdogan diyar kir ku li Tirkiyeyê ligel rewşa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibin jî girtiyên nexweş nayên berdan û anî ziman ku di girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê de 228 jê giran, 578 girtiyên nexweş hene. Erdogan bilêv kir ku tevî raporên saziyên tipa edlî û raporên bijîşkan jî girtiyên nexweş nayên berdan û her sal gelek darbestên girtiyên nexweş ji girtîgehê derdikeve.

‘Pêwîste girtiyên nexweş demildest serbest werin berdan’

Erdogan balkişand li ser sozên Cigirê Serokwezîr û berdevkê demê yê hikûmetê Bulent Arinç ên beriya hilbijartinên 30’ê Adarê gotibû “Piştî hilbijartinê em ê ji bo 40-50 girtiyên nexweş sererastkirinê bikin" lê heta niha xwedî li sozên xwe derneketiye. Erdogan bilêv kir ku di girtîgehan de 228 girtiyên giran hene û pêwîste qanûn werin guhertin û demildest girtiyên nexweş werin dermankirin.

‘Hikûmeta AKP’ê di nava helwestên şantaj de ye’

Erdogan di berwama axaftina xwe de diyar kir ku bi dehan caran helwesta hikûmeta AKP’ê ya li hemberî girtiyên nexweş bi gelek cure çalakiyan şermezar kirine, pêwîste hikûmeta AKP’ê bi awayek mirovahiyê nêzî mijara girtiyên nexweş bibe. Erdogan bilêv kir ku hikûmet di nava nêzîkatiyeke şantajê de ye û wiha got: “Ev nêzîkatî di alî polîtîk, exlaqî û wijdanî de nayê vegotin. Dema pêvajoyê dest pê kir, yekemîn rojeva Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rewşa girtiyên nexweş bû.”

‘Pêwîste qanûna 275 were guhertin’

Erdogan destnîşan kir ku pêwîste rewşa girtiyên nexweş weke gef û bazarê neyê mijarê, eger hikûmeta AKP’ê di pêvajoya diyalogê de cidiye weke dikare di meclîsê de qanûnê derbas bike. Erdogan derbirî ku pêwîste qanûna 275 were guhertin û hemû girtî serbest werin berdan.

’40 rojan îşkence li hevserê min kirin’

Xizmên girtiyên nexweş jî diyar kirin kirin ku ew dixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan û rojên dawî li ba wan derbaz bikin. Yek ji van girtiyê nexweş jî ku nayê berdan Înayet Mete ku 20 sal in di Girtîgeha Tipa D a Amedê de tê girtin. Hevsera girtiyê nexweş Înayet Mete, Nesîbe Mete diyar kir ku hevserê wê dema hat girtin 40 roj li ser hev îşkence li hevserê wê kirine û ev tişt gotin: “Ji ber îşkenceya zêde li hevserê min kirin û rewşa tenduristiya wî ber bi nebaşiyê ve çû, hevserê min 3 mehan ser hev nedikarî li ser pişta xwe rabe. Di girtîgehê de gelek caran rastî nêzîkatiyê keyfî tên û girtiyên nexweş derman nakin.” Mete anî ziman ji ber şert û mercên nebaş ên girtîgehê hevserê wê bi nexweşiya kezebê ketiye û her roja diçe nexweşiya wî dijwar dibe. Mete bang li raya giştî kir ku der barê rewşa girtiyên nexweş de bi hestyarbin û xwest demildest hemû girtiyen nexweş werin berdan.

Hevsera girtiyê nexweş yê bi navê Bedrî Çakmak, Fatma Çakmak ji axivî û diyar kir ku hevserê wê nexweşê tansiyonê ye û her ku diçe rewşa wî ber bi xeteriyê ve diçe. Çakmak anî ziman ku tevî raporên saziyên tipa edlî û raporên bijîşkan hevserê wê nayê berdan û her ku diçe rewşa wî ya tenduristiyê wî nebaş dibe. Çakmak di dawiya axaftina xwe de helwest û polîtîkayên hikûmeta AKP’ê rexne kir û xwest girtiyên nexweş rojên xwe yên dawî li gel mabat û xizmên xwe derbas bikin û daxwaza berdana wan kir.

‘Bav û kurê nexweş di girtîgehê de ne’

Hevsera girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan, Emîne Ozkan der barê hevserê xwe û kurê xwe yê nexweş yê di Girtîgeha Tipa D a Amedê de agahî dan û diyar kir ku hevserê wê 19 sal in di girtîgehê de ye û bi giştî cezayê wî 30 sale tevî rewşa wî ya tenduristiyê nebaşe jî nayê berdan. Ozkan der barê kurê xwe de jî agahî dan û anî ziman ku kurê wê Newzat Ozkan ji li Girtîgeha Amedê tê girtin. Ozkan destnîşan kir ku tevî rewşa kurê wê nebaşe jî di girtîgehê de tê girtin û wiha got: “Bi giştî ev 6 sal in kurê min di girtîgehê de ye bi giştî 20 sal lê hatiye birîn.”

Ozkan diyar kir ku nexweşiya hevser û kurê wê giran e û di vê rewşê de nikarin di girtîgehê de bimîne û wiha axivî: "Bijîşk ji me re got ku nexweş nikare di vê halê de li girtîgehê bimîne û divê demê de jî pêwîste li nexweşxaneyê derman bibe. Em jî wek malbata wî dibêjin ku êdî bila tevî nexweşiyan tehliye bikin.”

Ozkan herî dawî bang li hikûmet û dewletê kir û got: "Di vê pêvajoyê de, PKK û gelê kurd çi ji destê wan hat kirin. Êdî bila hikûmet jî gav biavêje. Heke dixwaze çareseriyek çêbe, divê ewil girtiyên nexweş azad bike. Em naxwazin êdî darbestên girtiyan ji girtîgehan derkeve."

(oî/wk)