1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Girê Spî şopên çeteyên DAIŞ’ê tên paqijkirin
Li Girê Spî şopên çeteyên DAIŞ’ê tên paqijkirin,li,girê,spî,şopên,çeteyên,daiş,ê,tên,paqijkirin

Li Girê Spî şopên çeteyên DAIŞ’ê tên paqijkirin

A+ A-

HAYRÎ DEMÎR / MEHMET SIDDIK DAMAR

GIRÊ SPÎ (DÎHA) - Girê Spî yê ku ev du sal in di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’î de bû hatiye wêrankirin. Li bajar îşkencexane, qefesên li kolanan, cihên serî jêkirinê hene û ev şopên DAIŞ’ê tên hatin paqijkirin û di qefesa îşkenceyê de bi destên YPG û YPJ’iyan kulîlka azadiyê vebû.

Girê Spî ya ku di roja 40’emîn a Hamleya Fermandar Rûbar Qamişlo de ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin û rizgarkirin piştî hate azadkirin hoîtiya DAIŞ’ê jî derket holê. Bajarê ku kurd, tirkmen, ermen û ereb bi hevre dijîn de beriya du salan piştî ku bajar kete in dagirkeriya DAIŞ’ê bû navenda îşkenceyê û piştî ku bajar hat azadkirin jî ev şopên îşkence û hovîtiyê tên pajqkirin. Li qefesên îşkenceyê ku niha kûlîk vebûne jî wekî kulîlkên azadiyê ne.

Li bajar di cadeya herî çûn û hatin lê zêdeye de beriya DAIŞ’ê hewze xemlînê hebû. Piştî ku DAIŞ hatiye ev der bi hesinan ve kirine qefes û li vir kesên ku biryara înfazkirinê hatine dayîn serê wan hatine jêkirin. Li gorî agahiyên ku tên dayîn çete piştî ku serê welatiyan jêkirine bi rojan j îli van deran teşhîr kirine.

Kulîlka azadiyê vebû

Piştî azadkirina bajar yek cihên ku derket holê cihê îşkenceyê hatiye bikaranîn jî kesên ku cixareyê dikêşin, rihên xwe dibirin, di seatên nimêjê de li derve ne tên kirin e. Li qefesê bi rojan îşkence li welatiyan tê kirin û çeteyên DAIŞ’ê bi rojan heqeret û îşkence li gel kirine. Piştî azadkirina bajar li van qefesan ji aliyê YPG û YPJ’iyan ve kulîk hatin çandin û wekî kul i dijî zilmê kulîlkên azadiyê tên binavkirin.

Ligel kul i bajar şopên DAIŞ’ê tên paqijkirin jî welatiyên bajar hê jî ditirsin û dema ku kamerayan dibînin rûyê xwe vedişêrin. Dema ku kamera girtîne tiştên ku welatî vedibêjin mirovan matmayî dihêlin. Li bajar herîz êde kesên cixare kişandine hatine cezakirin û kesên ku hatine girtin bi 100 qirbaçan hatine cezakirin û kesên ku bac nedane DAIŞ’ê jî bêhtir rastî cezayên giran dihatin.

Her derê bajar bûye girtîgeh

Li bajar çeteyên DAIŞ’ê li du cihan girtîgeha vekirî bikar aniye. Yek ji van li qada deriyê sînor e û ya din jî li navenda bajar e. Me nekarî girtîgeha deriyê sînor bikişînin lê dema ku em ketin girtîgeha navenda bajar dibînin ku ev der wekî navenda îşkenceyê ye. Avahiya ku li bajar berî wekî mal hatiye bikaranîn piştî hatina DAIŞ’ê bi hesinan ve hatiye girtin û kirine girtîgeh. Di hundir de 12 qawiş û 10 odeyên yek kesî hene. Li vir li gorî gotinên welatiyan carna 12 kes li cihê ku 3 metre berahiya wî û 4 metre jî bilindbûna wî hey eli ser hev hatine hiştin. Li bajar dîsa lig elek cihan jî kesên ku hatine cezakirin hatini girtin, welatiyên ku vegeriyan diyar kirin ku ev kesên ku hatine girtin nayê zanîn ku birine kû derê.

Jin bi tena serê xwe nedikarîn bigerin

Welatî der barê kirinên dema DAIŞ’ê de jî dema tînin ser ziman tê dîtin ku jin di jiyanê de tunene, hatine tunekirin. Li gorî gotinên welatiyan jin bêyî zarok an jî hevserên xwe nedikarîn derkevin derve û heke bi vî rengî derkevin derke ji aliyê DAIŞ’ê ve dihatin girtin. Jin jibilî cilên reş tiştek li xwe nedikirin.

Şopên DAIŞ’ê tên paqijkirin

Piştî azadkirina bajar ji bo ku jiyan ji nû ve bê rêxistinkirin xebat hatine destpêkirin û xebateke din jî paqijkirina şopên DAIŞ’ê ye. Li bajar li her derê dirûşmên bi erebîl i ser avahiyan hatiye nivîsandin û morên ADIŞ(ê hatine danîn, niha ev nivîs û morh tên paqikirin û navên DAIŞ’ê ji kolanên bajar tên paqijkirin. Amblema DAIŞ’ê ya li qada deriyê sînor jî hate paqjkirin û bi boyaxa spî ve hate boyaxkirin.

(sa)