1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Li gorî raporên CPT girtîgeha Îmraliyê û tecrîd -2-
Li gorî raporên CPT girtîgeha Îmraliyê û tecrîd -2-,li,gorî,raporên,cpt,girtîgeha,îmraliyê,û,tecrîd,2

Li gorî raporên CPT girtîgeha Îmraliyê û tecrîd -2-

Ji bo dîtina şert û mercên jiyanê yên Ocalan û tespîtkirina astengiyên li pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) 6 caran çû serdana Îmraliyê

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Ji bo dîtina şert û mercên jiyanê yên Ocalan û tespîtkirina astengiyên li pêşiya hevdîtina malbat û parêzeran, Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) 6 caran çû serdana Îmraliyê.

Ev serdan di 27'ê Sibatê-2'ê Adara 1999'an, 14'ê Îlona 2001'ê, 16-17'ê Sibata 2003'an, 19-22'ê Gulana 2007'an, 26-27'ê Çileya 2010'an, 16-17'ê Çileya 2013'an û 28-29'ê Nîsana 2016'an de pêk hat. Rapora li ser serdana dawî hê nehatiye eşkerekirin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, beşek ji çavdêriya van serdanên CPT'ê bi vî rengî eşkere kir.:

SERDANA SALA 1999'AN

Lêkolîna destpêkê di 2'ê Adara 1999'an de pêk hat. Di encama vê serdanê de rapora Komîteyê ji raya giştî re hate eşkerekirin. Di rapora komîteyê de hate ragihandin, şert û mercên Ocalan tê de ye, bandoreke neyînî li potansiyela Ocalan dike. Pêdiviyên sereke yên divê ji Ocalan re bên dayîn; radyo, televîzyon û pirtûk e. Her wiha divê derhal destûra hevdîtinê ji xizmên wî re bê dayîn. Her wiha mijareke din a ku CPT wê bibe şopdarê wê, mafê hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ye.

Pêwîste şer û mercên ku ji aliyê zîhnî ve bandorê li girtî dike, werin başkirin. Ji bo Ocalan karibe hê bi rehetî tevbigere, lazim e guhertin bê kirin ku ev guhertin li gorî me wê zerarê nede ewlekariyê.

Me xwest, cihê ku Ocalan ji bo hevdîtinê tê, hê kêmtir girtî be. Delegasyon careke din pêşniyar dike ku Ocalan car carna derxînin cihekî mezintir.

SERDANA SALA 2001'Ê

Heyeta CPT di serdana Îlona 2001'ê de bal kişandiye ser hebûna tecrîda hestî û civakî û vê raporê di biryara doza DMME, Ocalan û Tirkiyeyê de cih girtiye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara xwe de raporên CPT esas girt û bal kişand ser vê yekê, "Di heman demê de eger terîda hestî bi tecrîda civakî re bibe yek, ev yek wê kesayetiyê bişikîne û ewlekarî yan jî hinceteke din nikare vê yekê mafdar nîşan bide. Ev yek şêweyekî pêkanînên li derveyî mirovahiyê ye."

Tevî pêşniyarên ji bo rakirina vê rewşa tecrîdê jî, tecrîd an jî îzolasyona li ser Ocalan hê berfireh bûye û bandor li hevdîtinên malbatê û parêzeran kiriye. Ji ber ku hevdîtinên malbat û parêzeran bi bahaneyên cuda demeke dirêj hate astengkirin, heyeta CPT, di 16-17'ê Sibata 2003'an de du caran Tirkiye ziyaret kiriye.

SERDANA SALA 2003'AN

Di paragrafa 10'an a piştî vê serdanê de tê gotin, eger mafê serdanê ji sê mehan zêtir bê astengkirin, ev eyk wê ji bo hikumxwarekî mijareke cidî be û ev yek ji bo Abdullah Ocalan ê ku demeke dirêj e di nava tecrîdê de tê ragirtin, ne tiştekî bê qebûkirin e.

Di raporê de bal tê kişandin ser bahaneyên 'rewşa nebaş a hewayê', 'xerabûna keştiyê' û di benda 15'an a raporê de tê gotin, "CPT li gorî agahiyên bi dest xistî îqna bûye ku rayedarên Tirk bêyî zehmetiyê bikişînin dikarin rê li ber serdana Girtîgeha Girtî ya Îmraliyê vekin."

Di biryara Daîreya Bilind a DMME ya 12'ê Gulana 2005'an de wiha tê gotin: "CPT dibêje; divê destûr neyê dayîn ku îzolasyona civakî ya li ser serlêdêr demeke dirêj dewam bike û bi dayîna televîzyon û telefonekê ku karibe bi malbat, xizm û parêzerên xwe re baxive, bandora vê îzolasyonê were kêmkirin."

Delegasyona CPT, piştî serdanê bi awayekî zelal destnîşan kiriye, ku divê Birêz Ocalan di firsenda ewilî de engereyî cihekî din bê kirin, ku li vê derê karibe bi girtiyên din re têkiliyê deyne û tevlî aktîvîteyên berfireh bibe. Eger rayedarên Tirk bi awayekî vekirî destnîşan dikin, ku transferkirina girtîgeheke din nepêkane, hingî divê van şert û mercan li Girtîgeha Girtî ya Îmraliyê bafirînin.

SERDANA SALA 2007'AN

Piştî îdîayên jehrîkirinê, ku parêzerên Abdullah Ocalan di 1'ê Adara 2007'an de li Romayê bi civîneke çapemeniyê ragihand, di mûayeneya klînîk a girtî de, li ser jehrîbûna akût an jî kronîk a ji ber madeyên kronmîûm û stonsiyûmê, nîşaneyên patognomîk nehatiye dîtin.

Pêwîstî bi ji nû ve nirxandina rewşa derûnî û fîzîkî ya Abdullah Ocalan heye. Rayedarên Tirk di asteke biryardayînê de ne: Ya wê di rewşa girtî de ti guhertinê nekin (ku ev rewş ji sala 1999'an û vir ve bi zanebûn tê dewamkirin), ya jî wê biryarê bide ku rewşa Abdullah Ocalan ji nû ve di ber çavan re derbas bike û derfetan jê re bafirîne ku karibe têkiliyên hestî û civakî yên bingehîn bidomîne. Di vir de, CPT di sala 2001'ê de ji rayedarên Tirk re daye xuyakirin, ku Ocalan li cihekî girtiyên din jî lê ne û berfireh e bê bicihkirin, eger ev nebe, Girtîgeha Îmraliyê li gorî van derfetan bê sererastkirin.

Têkildarî rejîmê û mercên madî yên girtî; divê destûr were dayîn ku girtî karibe tevahiya rojê di anvbera hucreya xwe û odeya bi hucreyê ve ye, bi serbestî bigere; girtî karibe derfetên giştî (banka ji bo rûniştinê, alavên sporê) bi kar bîne; li hucreyê televîzyonek xwe hebe û karibe ji xebatên bingehîn sûdê werbigire.

Têkildarî têkiliya bi cîhana derve re; Eger pêwîstî pê hebe, hukmên hiqûqî werin guhertin û mehê carekê karibe li dora maseyê bi ferdên malbatê re rûnê; bi rêya telefonê karibe bi ferdên malbatê re baxife. Lazim e rayedarên Tirk di nava sê mehan de li ser gavên di vî warî de hatiye pêşniyarkirin ku bên avêtin, bersivê bidin CPT.

SERDANA SALA 2010'AN

Di serdana 26-27'ê Çileya 2010'an de hatiye tespîtkirin, ku piştî bicihkirina girtiyên nû, hemû hucre baş rojê nabînin, ronî nabin, heta ku amûreke ronîkirinê nebe girtî nikarin li hucreya xwe pirtûkê bixwînin. Hatiye dîtin, ku hemû hucre gelekî girtî ne û bi têrkerî rojê nabînin. Ev yek ji ber dîwarê bilind (bi qasî 7 m.) ên li pêşiya hucreyan e. Sedemeke din a vê dîzaynê jî ew e, ku girtî (herî kêm di mehên zivistanê de) qet rojê nebînin û jê sûdê negirin. Ev rewş dikare ji bo dema dirêj bandoreke nebaş li ser tenduristiya girtiyan bike. Ji bo tîna rojê bigihêje hucreyan CPT di vî warî de pêşniyara gavên pêwîst kiriye. Lê belAê ev pêşniyar heta roja îro bi cih nehatine anîn.

CPT careke din destnîşan dike ku divê derfetên televîzyonê ji Abdullah Ocalan re bê dayîn. Tevî ku li hucreyên girtiyên din televîzyon hene jî, hê jî destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan televîzyonekê kirê bike yan jî bikire. Hê jî destûr nayê dayîn ku Abdullah Ocalan li dora maseyê bi ferdên malbatê re rûnê.

CPT pêşniyara xwe ya ji bo derfeta bikaranîna telefonê ji bo Abdullah Ocalan dubare dike.

Li ser mijara tenduristiyê, li Girtîgeha Îmraliyê doktorekî pratîsyen ji bo xizmetên tenduristiyê her tim li giravê heye, lê belê bi qasî ku hatiye fêhmkirin, doktorên ji bo demeke kurt li giravê tên wezîfedarkirin, di warê destwerdana lezgîn a tibî de ne perwerdekirî ne. Komîte pêşniyar dike, ku derfetên tibbî (doktor û derfetên din) ji bo destwerdana rewşeke lezgîn timî li giravê bin. Wekî din gav bên avêtin, ku girtî karibin bi lezgînî rakin nexweşxaneya herî nêz.

Di dema serdana delagasyonê de rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan hatiye kontrolkirin. Ji aliyê giştî ve rewşa tenduristiyê ya girtî, li gorî serdana 2007'an girantir bûye.

Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan CPT hin pêşniyarên spesîfîk kirin, lê ev bicih nehatin anîn. Ev rewş rê li ber fikaran vedike.

CPT careke din pêşniyar dike ku hukmên tenduristiyê yên li girtîgeha Îmraliyê ji nû ve were nirxandin.

SERDANA SALA 2013'AN

Di serdana 16-17'ê Çileya 2013'an de hate tespîtkirin, ku hucreya girtiyan hê baş rojê nabînin û derfeta derketina hewşê ya çar saetan ji bo girtiyan, hê jî ji Ocalan re nayê dayîn. Weke hincet jî, cezayên hucreyê yên li Ocalan hatine birîn, hate nîşandan...CPT pêşniyar dike, ku mîna girtiyên din Abdullah Ocalan jî rojê çar saetan karibe derkeve hewşê.

Li ser têkiliya bi cîhana derve re; Ji ber ku ji 27'e Tîrmeha 2011'an û vir ve Abdullah Ocalan nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, ev yek rê li ber fikarên cidî vedike. Ev xusûs, mijara civînên asta bilind ên Sibat û Hezîrana 2012'an ên navbera rayedarên CPT û Tirk bû. Diyar bûye, ku ji bo astengkirina vî mafê hevdîtina bi parêzeran re, biryareke siyasî hatiye girtin. Her wiha agahî ji CPT re hatiye dayîn, ku zêdeyî 35 parêzerên bi Ocalan re hevdîtin kirine, ji Mijdara 2011'an û pê ve hatine girtin.

CPT li gorî benda 2. a Xala 10. û Xala 3. a Peymanê pêşniyarê li rayedarên Tirk dike, ku bêyî dereng bikeve, ji bo pêkhatina hevdîtina parêzeran bi girtiyên li Îmraliyê re gavê bavêjin.

Ji delegasyonê re agahÎ hatiye dayîn, ku di sala 2011'an de cezayên dîsîplînê bi carekê bicih hatine anîn û di encama vê de Abdullah Ocalan bênavber 240 rojî di nava cezayê hucreyê de hatiye hiştin. Rewşeke bi vî rengî nayê qebûlkirin. CPT pêşniyar li rayedarên Tirk kiriye, ku ji bo girtiyekî li Girtîgeha Îmraliyê demeke ewqas dirêj cezayê hucreyê nekişîne û careke din ev dubare nebe, tedbîrên pêwîst bigire. Li gorî nêrîna CPT, lazim e cezayê hucreyê 14 rojan derbas neke. CPT hukmê Xala 7. a Qanûna saziyên Şopandina Girtîgehan a 14'ê Hezîrana 2001'ê bibîr dixîne, ku li gorî vê yekê, her girtîgeh herî kêm carekê di nava du mehan de ji aliyê saziyên pêwendîdar ve bên ziyaretkirin.