Li gundê Liceyê di navbera leşker û welatiyan de pevçûn
10:09 05.11.2013 AMED (DÎHA) - Leşkeran xwest li Gundê Kervesê yê Navçeya Liceyê bi ser malan de bigire. Ji ber ku welatiyan destûr neda leşkeran di navbera leşker û welatiyan de şer derket. Hat zanîn ku hin gundî birîndar bûn
Serê sibê leşkeran xwest bi ser Mezrika Mehle ya Gundê Kervesê ya Liceya Amedê de bigirin. Li hemberî serdegirtina malan welatiyên mezrika Mehle ya GunDê Kervesê bertek nîşan dan û destûr nedan ku leşker bi ser malan de bigire. Li gorî agahiyan leşkeran serê sibê bi maşîneyên zirxî xwest bi ser mezrikê de bigire. Ji ber ku welatiyan destûr neda vê yekê di navbera welatiyan û leşkeran de pevçûn derket. Welatiyan nexwest ku leşker li malên wan bigere û xwestin leşker gundê wan terk bikin. Leşkeran jî li hemberî vê berteka welatiyan bi bombeyên gazê êrîşî welatiyan kir û pevçûn derket. Piştî ku welatiyan jî bersîv da leşkeran, leşkeran vê carê gule berda hewa û mudaxaleyî welatiyan kir. Hat zanîn ku gelek welatî bi bombeyên gazê birîndar bûn. Pevçûna di navbera leşker û welatiyan de didome.
(mae)