Li Gundê Liceyê serdegirtina malan
AMED (DÎHA) - Leşkeran serê sibê li gundên Kerwar, Zengî, Mişirfê bi ser malan de girtin. Hat zanîn ku lêgerîna malan didome û gelek kes hatine binçavkirin.
Gelek leşker bi karwanekî mezin ê maşîneyên zirxî yên leşkerî serê sibê çûn gundên Kerwar, Zengi, Mişirfê yên herêma Peşgewerê û li gundan bi ser malan de girtin. Leşkeran serê sibê saet di 05.00'an de bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girtin û li gundan bi ser malan de girtin. Leşkeran di serdegirtina malan de lêgerîn pêk anîn û hat zanîn ku gelek kes hatine binçavkirin. Nav û hêjmara kesên hatin binçavkirin nehat zanîn û hat diyarkirin ku lêgerîna malan didome. Welatiyan diyar kirin ku leşker destûr nadin ku welatî ji malên xwe derkevin û gund dorpêç kirine.
Hat zanîn ku li herêma gundên Yolçati û Dibekê balafirên bê mirov digerin.
(mae)