Li gundê Qeremoxê yê Kobanê pevçûnd dijwar bûn
RIHA (DÎHA) - Di navbera çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Qeremoxê yê Kobanê bi cih bûn û şervanên YPG/YPJ'ê yên li başûr û rojavayê gund dimînin de pevçûnan dest pê kir. Serê sibê seat di 06.30'an de li gundê Qeremoxê tevgeriyê dest pê kir. Tevgeriya li gundê Qeremoxê li gundê Ovan ê navçeya Pirsusê ya Rihayê jî xuya dikir. Endamên çeteyan ewil bi motorsîkletan ji gundê Qeremoxê çûn gundê Heyho û pişt re pîkabek a ku li ser doçka çû. Li ser vê yêkê şervanên YPG û YPJ'ê li gundên Xeyrîb ê li başûr û gundê Eynbetê yê li rojavayê Qeremoxê êrîş li çetayan kir. Li ser vê yekê çeteyên DAIŞ'ê paşde reviyan û vê carê jî li nava gund dest bi topbaranê kirin.
'Ciwanên gund bi hevalan re ne'
Welatiyên gundê Qeremoxê piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li gund kir ciwanan bi çekan bersiva wan da û tenê jin, zarok û kesên pîr hatin Pirsusê. Welatiyên gund diyar kirin ku ciwanên gund li gundên Xeyrîb û Eynbetê bi YPG'ê re şer dikin û wiha got: "Ciwanên me niha bi hevalan re ne. Li gundê 400 mal lê heyî tu kes nemaye. Dema êrîşan dest pê kirin kesên çekên wan heyî xwe amade kirin. Zarok û kesên pîr berê xwe dan sînor ciwan jî bi hevalan re di eniya şer de cih girtin. Niha hemû ciwanên gund li gundên Xeyrîb û Eynbetê bi hevalan re di mewziyan de şer dikin."
Bi hezaran welatiyên Bakûrê Kurdistanê hatin gundê Ovan ê li ser sînor di konan de û derve heya serê sibê man. Welatiyan li dora agir stranên YPG û YPJ'ê gotin û slogana "Bijî berxwedana YPG'ê" berz kirin.
Serê sibê welatiyên çûn ber têlên sînor li vir bi leşkeran re dem dem nîqaş kirin. Leşkerên li ser sînor hatin bicihkirin ligel pevçûnên dijwar bi rihetî tev digerin û wesayîtên zirxî jî bê navber digerin.
(bd)