Li gundên Gimgimê bernameyên çandî didom in
12:23 04.10.2013 1 / 10 MÛŞ (DÎHA) - Navenda Çanda Mordemê, li gundê Qula ya girêdayê Gimgimê şahiyên zarokan, nîşandana filman û mûzîkê li darxist.
Navenda Çanda Mordemê (NÇM) ku çalakiyên çand û hunerê bire gundan, li gundê Qula ya girêdayê navçeya Gimgimê ya Mûşê şahî li dar xist. Gelek hemwelatî û Şaredara Gimgimê Gulşen Çelebî, rêveberên Rêxistina BDP'ê ya Gimgimê, endamên meclîsên şaredarî û bajêr beşdarê şahiya li qada gund pêk hat bûn. Li qadê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hozan Serhat, Mîzgîn, Halîl Dag û Delîla û panqartên wekî "Em bi hunera azad re çanda demokratîk ava dikin", "Bi feraseta hunera demokratîk, jiyana azad bi civaka xweza re hevdîtin bikin" hatin vekirin. Şahî, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û sirûda "Çerxa şoreşê" hate xwendin. Di seatên roje de çîrokên kurdî ji zarokan re hate vegotin. Piştre boyax dane zarokan û wêne xêz kirin.
Şahî li gel baranê berdewam kir
Di şahiya ku bi barîna baranê ya zêde re jî li qada vekirî berdewam kir de, Şaredara Gimgimê Gulşen Çelebî axivî û spasî ji xebatkarên navenda çandê ku xebaten çandî û hunerî birine gundan, kir. Çelebî, diyar kir ku ew li ber kesên di têkoşîna azadiya kurdan de jiyana xwe ji dest dane bejna xwe ditewîn e û wiha got: "Em şehîdên xwe yên me anîne van rojan û van derfetan ji me re afirandine birêz bibîr tînin. Gelê me ligel bi înkar û îmhayê re rû bi rû ye jî berxwedana xwe dom kir û didomîn e. Ligel alîkarî û fedekariya Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê kiriye hikumeta AKP'ê li hemberê vê di neçareseriyê de israr dike. Ligel neçareseriya dewlet û hikumetê divê em di her qadî de têkoşîna xwe bilind bikin û berdewam bikin. Heta ku birêz Ocalan azad bibe û gelê kurd statuyê bidest bixe."
Piştî axaftinê nîşandana filmê di bin baranê de bi eleqeyek mezin hat temaşekirin. Piştî temaşeya filmê koma muzîkê ya Navenda Çanda Mordemê stranan gotin û şahî bi coşek mezin dawî bû.
(ea/mae)