1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Gîresûnê parastina kurdî hat redkirin
Li Gîresûnê parastina kurdî hat redkirin,li,gîresûnê,parastina,kurdî,hat,redkirin

Li Gîresûnê parastina kurdî hat redkirin

Nûçegîhanê DÎHA'yê xwest bi zimanê zikmakî parastinê bike, lê dadger destûr neda û got: ´Tiştekî wisa li vir nabe´

A+ A-

Nûçegîhanê DÎHA'yê yê li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresunê girtî Şahabettîn Demîr, diyar kir ku xwest bi zimanê zikmakî parastinê bike, lê dadger destûr neda ku parastinê bike û gotiye tiştekî wisa li vir nabe. Demîr, anî ziman ku hevalekî wan ê girtî jî dema xwest biçe dadgehê mesrefa dadgehê, rêveberiya girtîgehê xwestin heqê rê ji wî bibirin. Demîr anî ziman ku hemû helwest keyfî ne.

Nûçegîhanê DÎHA'yê yê li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresunê girtî Şahabettîn Demîr, ku li Wanê tê darizandin, dema ji Gîresûnê çû Wanê û tev li rûniştina dozê bibe nekarîbû parastina kurdî bike. Demîr der barê rewşa xwe de nameyek şand û diyar kir ku dema wî li dadgeha Wanê xwest parastina bi kurdî bike Serokê Heyeta Dadgehê daxwaza wî red kiriye û gotiye "Tu rojnameger e. Te lîse xwendiye. Tu çima bi tirkî parastinê nake?" û wiha got: "Min jî got kurdî zimanê min ê zikmakî ye. Lê Serokê Dadgehê jî got hêj giştîname ji wan re nehatiye û dê nikaribin destûra parastina kurdî bidin. Serokê dadgehê got 'Tiştekî wisa li vir nabe. Ji xwe tercûman jî tune' û destûr neda ku ez parastina kurdî bikim. Dema min xwest ez parastina kurdî bikim û min israr kir. Heyetê ez avêtim dervê salonê."

'Heqê rêya darizandinê j girtiyan dibirin'

Demîr, da zanîn ku girtiyê bi navê Hîkmet Ataman jî li gel wan dimîne û dema xwestiye ji bo rûniştina dozê ji Gîresûne biçe Dadgeha Asliye Ceza ya Bêşebaba Şirnexê, rayedarên girtîgehê xwestin heqê rê ji wî bistînin. Demîr li ser rewşa Ataman wiha axivî: "Dema Ataman ev pêkanîn qebûl nekir, rayedarên girtîgehê gotin 'Em ê de bibin dadgehê. Ger ku tu tawanbar be tu dê heqê rêya xwe bide. Na ger ku tu ne sucdar be em heqê rê ji te nastînin.' Ji ber vê hincetê Ataman nebirin dadgehê."

'Girtî sudê ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê nagirin'

Demîr, destnîşan kir ku Girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Giresunê nikarin ji mafê xwe yê tenduristiyê jî sûdê bigirin û wiha berdewam kir: "Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Dema em ji bo nexweşiyek xwe diçin revîrê doktor dermanê êşbirê dide me. Dema em dixwazin me sewqî nexweşxaneyê bikin jî dibêje dema ez bixwazim ez dê we bişînim, dema ez nexwazim ez we naşînim û mafê me yê dermankirin û tenduristiyê tê binpêkirin."

Demîr, xwest ev pêkanînên li girîgehê bi dawî bibe û xest ÎHD, Odeya Tabîban û saziyên mafên mirovan li hemberî vê yekê bi hestyar tev bigerin.

(mae)