´Li Hatayê 16 leşker hatin kuştin´
HPG: Li Hatayê 16 leşker hatin kuştin
HPG’ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a di 30’ê îlonê de li navçeya Kirkhan a Hatayê de herî kêm 16 leşker hatin kuştin. HPG’ê diyar kir ku du gerîlayên ku birîndar bûne çalakiya fedayî pêk anîne.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di encama çalakiya gerîlayan a 30’ê îlonê de li navçeya Kirikhan a Hatayê hate lidarxistin de 16 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “Di 30'ê îlonê de di saet 21.30'an de li navçeya Kirikhana Hatayê li dijî Qereqola Guzelceyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Avahiya qereqolê û çeperên li derdora wê ji aliyê gerîlayên me ji 4 baskan bi awayeke bandor hatiye lêdan, panzereke ji bo mudaxeleyê hatiye jî hatiye lêdan û têk şikestiye. Di tevahiya çalakiyê de yek jê sûbay 16 leşker hatine kuştin. Artêşa dagirker a tirk ê kuştî û birîndarê xwe bi embûlansan ji herêmê dûr xistiye, herweha piştî çalakiyê li dijî navçeya Hassa û Kirikhanê operasyonek hatiye destpêkirin, operasyona li herêmê di 1'ê Cotmehê de paş de vekişiyaye.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku du gerîlayan çalakiya fedayî pêk anîne û wiha hat gotin; “Du rêhavêle me yê giran birîndar bûye dema di nava qereqolê de ye bi ser dijmin ve çûne û bombeyên xwe bi xwe ve teqandine û di encama vê çalakiya fedaiyane de gihîştine şahadetê.”
ANF NEWS AGENCY