Li Hatayê şahîya zimanê zikmakî (!)
12:37 23.02.2014 1 / 6 HATAY (DÎHA) - BDP'iyan bi wesileya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li navçeya Îskenderûna Hatayê şahî pêk anî.
Li navçeya Îskenderûna Hatayê BDP'iyan bi wesileya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li nûneriya Rêxistina BDP'ê ya taxa Buluttepeyê şahiyek li darxist. Serokê BDP'ê yê Hatayê Mahmut Aydinci, rêveberên BDP'ê û gelek welatî tevlî şahiyên bûn. Di qada ku şahî pêkhat de panqartê "Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statu", "Netewa demokratîk, welatek demokratîk û makezagonek demokratîk", "Zimanê me rûmeta me ye bê rûmet jiyan nabe" û "Roja zimanê me pîroz be" hatin daliqandin. Di şahiyê de ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest daye rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê şahiyê destpêkir. Serokê BDP'ê yê Hatayê Mahmut Aydinci diyar kir ku hemû gel bi zimanê xwe tê naskirin gelên ku zimanê xwe yê zikmakî ji bîrkirine li rûyê erdê tune bûne. Aydinci anî ziman ku zimanê kurdî ji aliyê 50 mîlyon mirovî ve tê bikaranîn lê hewldidin ku înkarbikin û zarokên kurdan li dibistanan de tên pişaftin.
Li piştî axaftinan welatiyan heta derengiya şevê li ber mûzîkê govend girtin.
(my)