Li Heftenînê şerê di navbera gerîla û leşkerên Tirk de didome
NAVENDA NÛÇEYAN
Şer û pevçûnên duh li herêma Şehîd Kendal a Heftenînê di navbera gerîlayên HPG û leşkerên Tirk de destpê kirî, hê jî didome. Liv û tevgera helîkopterên ji corê Kopra li herêmê didome.
Ji duh saet 11.00’an ve li herêma Şehîd Kendal a dikeve ser sînorê gundê Roboskê di navbera gerîlayên HPG û leşkerên Tirk de şer û pevçûn didomin. Çavkaniyên herêmî ji RojNewsê re ragihandin ku şer hê jî didome. Ji saet 06.00’ê sibehê ve jî helîkopterên ji corê Kobra li ser herêma şer digerin.
Derbarê windahiyan de ti agahdariyek nehat girtin û di van saetan de jî şer bê navber didome.
Li gor çavkaniyên herêmî leşkerên Tirk dixwazin herêmê bixin di bin kontrola xwe de û rastî berxwedana gerîlayên HPG/YJA STAR’ê tên. Gerîla jî ketine pozisyona parastinê.
Duh û pêr jî balafirên şer ên Tirkiyê herêma Heftenîn a girêdayî Herêmên Parastina Medyayê bombebaran kirin.
(rn)