Li Helebce çalakiyên mamosteyan didomin
HOGIR EHMED/ROJNEWS
Li bajarê Helebce îro jî mamoste di xwepêşandanê de ne û daxwazên xwe tînin ziman. Xwepêşanderan dan diyar kirin ku ta ku daxwazên me bi cih neyên em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Li Hebebce îro ji mamosteyan çûna kar koykot kirin û ji seatên sibehê ve li ber Baxê Giştî yê Helebce dest bi xwepêşandanê kirine. Di xwepêşandên de daxwaza meaşê sê mehan dikin. Xwepêşenderan dûbere dan diyar kirin ku ta ku daxwazên me bi cih neyên em dest ji çalakiyên xwe bernadin. Herwiha xemgiyên xwe ji bo bûyerên duh li Qeladizê pêkhatîn jî anîn ziman.
Mamosteyan ji bo xwepêşandan weke ya Qeladizê lê neyê di saet 10:00'an de dawî bi xwepêşandana xwe anîn û dan diyar kirin ku ji bo ku rewşa xwepêşandanê weke ya Qeladizê venegere tundiyê em îro dawiyê li xwepêşanda xwe tînin.
Li ser mijara xwepêşandanê partiyên siyasî yên li Helebceyê ne li avahiya walitiyê di civînê de ne. Da ku bi karin li pêşiya rewşa heye tekbîrên pêwîst bigrin.
Hat diyar kirin ku wê di derbarê mijarê de ev partiyane daxuyaniyekê bidin.
(ab)