Li Helebçeyê merasima girseyî
Sibe li Helebçe merasima bîranînê ya girseyî pêk tê
Sibe li Helebçeyê merasima bîranînê ya girseyî pêktê. Heyeta ku ji Tevgera hemwelatiyên yeksan û azad, PÇDK, RJAK, Ciwanên Welatparêz, nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê pêktê, dê tevlî merasima bîranînê ya Helebçeyê bibin. Hate ragihandin ku, dê Parlementerên BDP’ê û Şaredarê Sûrê yên li Başûr jî biçin Helebçe.
Sibe li navçeya Helebçe ya girêdayî Silêmaniyê bigirseyî merasima bîranîna 25'mîn salvegera Komkujiya Helebçeyê çêdibe. Helebçe ku di 16'ê Adara 1988'an ve ji aliyê rejima Baas ya Seddam Huseyîn ve hate kîmyabaran kirin û 5 hezar Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dan bi hezaran jî seqet man. Heyeta ku di nav de PÇDK û Tevgera Hemwelatiyên Yeksan û Azad heyî ji bo tevlî merasima bîranînê ya 25’mîn salvegera komkujiya Helebçeyê ku sibe tê li darxistin bibin dê ji Silêmaniyê birê bikevin. Her wiha hate ragihandin ku, dê Parlementerên BDP’ê Mulkiye Bîrtane, Ayla Akat Ata, Nazmî Gur û Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş jî tevlî merasima bîranîna Helebçeyê bibin.
Heyeta ku dê sibe li gorî demjimêra herêmî 09’an de bi otobusan ji Silêmaniyê derbikevin, dê tevlî merasimê bibin. Piştî birîranîna li goristana birdariya Helebçeyê dê heyet biçe serdana goristana şehîdan. Hate diyarkirin ku, heyet piştî wê dê li Helebçeyê serdana malbatên zirar dîtine bikin.