1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Helebê 24, li Raî 16 Kurd jiyana xwe ji dest dan
Li Helebê 24, li Raî 16 Kurd jiyana xwe ji dest dan,li,helebê,24,li,raî,16,kurd,jiyana,xwe,ji,dest,dan

Li Helebê 24, li Raî 16 Kurd jiyana xwe ji dest dan

A+ A-

29 Gulan 2014 HELEB– Li gelek tax û deverên bajarê Helebê şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de berdewam in. Di encamê de 10 leşkerên rêjîmê hatin kuştin, her wiha di bombebaran rêjîmê de 3 zarokan bi giştî 24 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li aliyekî din çeteyên DAIŞ’ê 16 welatiyên kurd li bajaroka Raî kuştin.

Balefirên rêjîmê Şevê din bi bermîlên teqemenî êrîşî taxên Benîzêd, Sekan Şebebî ya taxa Eşrefiyê, Mesakên Heneno, Şear, Mixayer, Bustan Qesir, Bustan Paşa, Hulok, Ferdos û derdora Dadgera Leşkerî ya Helebê û bajarokên Kefe Himra , Darit İzzê û derdora fabrîkeya dermanan a Esya ya li nêzî bajarokê Hirêtanê kirin. Di encamê de 3 zarok bi giştî 24 welatî jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn, her wiha gelek avahî hate hilweşandin.

Li aliyê din çekdarên opozîsyonê bi topên hawanê taxên İzaa, Vilat, derdora Avahiya Şaredariya Bajarê Helebê û deverên Çarxeriya Şîhan ên di bin kontrola rêjîmê de topbaran kirin. Di encamê de topbaranê çekdarên opozîsoyên de welatiyên sivîl birîndar bûn, her wiha ziyanên madî bi sivîlan bû û tirimpêl hate sotandin.

Îro danê sibê şer û pevçûn bi giranî di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de li taxên Ramûsê, derdora Avahiya İstixbarata Ezmanî ya li taxa Zehrai, Şêx Necar, devera EL-Birêc a li nêzî girtîgeha Muslimiyê yên bajarê Helebê de rû dan. Di encamê şer da 10 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û du tang jî hate rûxandin. Her wiha tirimpêlên rêjîmê li nêzî fabrîkeya çemento ya devera pîşesazî ya Şêx Necar hate teqandin.

Li gor agahiyên ku hatine bi dest xistin şevê dinn çeteyên DAİŞ 16 welatiyên sivîl ên Kurd li bajaroka Raî ya rojhilatê bakurê Helebê kuştin.

BERFÎN ROJ

(jh)