Li Helebê 35 çete hatin kuştin
Di pevçûnên li Helebê 35 çete hatin kuştin
HELEB 08.09.2013 10:09:59 Li bajarê Helebê şerê di navebera komên çete û hêzên YPG-Eniya El-Ekrad de ku bi êrîşa çeteyan destpê kiribûn, di roja 3. dewam dike. Hate ragihandin ku heta niha 35 çete hatine kuştin û 30 jî birîndar in. Di pevçûnên şevê din de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê bi dest ketine, êrîşên koma girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî, komên bi navê Rebîi El-Erebî, Liwa Selahaddîn û hin komên girêdayî Partiya Azadî yên li hemberî taxên kurdan ên Helebê didomin. Hate gotin ku koma bi navê Dir El-Cebir û komên girêdayî Guraba El-Şam jî tevlî êrîşan bûye û Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad a Helebê jî piştgiriyê dide êrîşkaran.
Hate ragihandin ku pevçûn li Şêxmeqsud Şerqî, Şiqêf, kolanên 20 û 15’an, derdora Nexweşxaneya Henan dom dikin. Li gorî agahiyan di pevçûnên ku hîn didomin de hejmara kuştiyên çeteyan derketiye 35’an. Her wiha 30 jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku hêzên YPG û El-Ekrad di şerên şevê din de 2 wesayîtên doçka rûxandine û 4 jî şewitandine.
Ji ber êrîşên komê çete yên bi topên hawanê 3 welatiyên bi navê Mehemed Zekeriya yê 56 sali û ji bajaroka Meerid El-Ertîq a Helebê, Mehemed Sîdo Hisên ê 53 salî Mehemed Mistefa Selman 43 salî ji gundê Hecî Xelîl yê navçeya Racoya Efrînê ku di heman demê de endamê Mala Gel a Eşrefiyê ye jiyana xwe ji dest dane. Di êrîşan de 2 ji zarok 8 welatî jî birîndar bûn