Li Helebê bi hezaran şagirtên ziman hatin perwerdekirin
FÎDAN EBDULLAH
HELEB – Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Helebê belavkirina zimanê kurdî li nava gel armanc digre. SZK‘ê di sala borî de 6 hezar xwendekar perwerde kir.
Saziya Zimanê Kurdî (SZK)‘ê ya Helebê di Çileya 2011‘an de li taxa Şêxmeqûd ku piraniya şêniyê wê kurd in hate vekirin û xebatên xwe yên perwerdekirina welatiyan bi zimanê kurdî dimeşande. Xebatên SZK‘ê di sala 2013‘an ji ber pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û opozisiyonê li taxê û koçberiyaê hate sekinandin.
Piştî ku şervanên YPG/YPJ’ê 13’ê hezêrana 2013‘an de tax rizgarkirin , welatiyan taxê vegeriyan ware xwe û careke din SZK‘ê navneda xwe vekir û dest bi karê xwe kirin, hejmara mamosteya di 2013’an de 7 kes bûn, piştre bûn 40 mamoste . SZK‘ê karîbû heta niha 6 hezar xwendekar li ser 3 astên zimanê kurdî perwerde bike.
Saziya Zimanê Kurdî ji beriya şoreşê jî karê xwe dimeşand, lê ji ber zordestiya rêjîma Sûriyê li ser gelê kurd kar û xebatên bi awayekî veşartî dihat kirin.
Derbarê mijarê de Rêvebera Saziya Zimanê Kurdî Jiyan Berkel diyar kir ku karê û xebatên saziyê bi awayekî berfireh tê meşandin. Berkel destîşan kir ku hejmareke ji mamosteyan wan di nava komînên taxê cih digirin û perwerdeyên zimanê kurdî didin.
Di dawiya axaftina xwe de Berkel destnîşan kir ku ziman beşeke ji çanda gelan e, bi riya ziman gel çand û nasnemaya xwe nas dike û axavtina xwe wiha bi dawî kir: “Axaftin bi zimanê dayikê mafê her kesê ye. Gel kurd j zimanê xwe mehrûm ma . Weke Saziya Zimanê Kurdî em ê bi hemû derfetên xwe zimanê kurdê belav bikin.”
(bb/ra)
ANHA