1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Helebê tabûreke nû ya YPG`ê hate avakirin
Li Helebê tabûreke nû ya YPG`ê hate avakirin,li,helebê,tabûreke,nû,ya,ypg,ê,hate,avakirin

Li Helebê tabûreke nû ya YPG`ê hate avakirin

A+ A-

HELEB 23.02.2014 11:51:49 Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê tabûreke nû bi navê tabûra "Şehîd Gîvara" ava kir.

Tugaya "Şehîd Nûredîn Gulo" ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê tabûreke nû bi navê tabûra "Şehîd Gîvara" ava kir. YPG`ê bi vê armancê li taxê merasîmek lidar xist.

Piştî deqeyek rêzgirtinê endamê Meclîsa leşkerî ya YPG`ê Xebat Dijwar axivî. Dijwar diyar kir ku li Rojhilata Navîn û Sûriyê pêvajoyên dîrokî derbas dibin, gelek hêzên navnetewî hewl didin ku destwerdana rewşa Sûriyê bikin û li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Dijwar got ku pêwîste gelên Sûriyê li hember vê rewşê şiyar bin da ku nebin qurbaniyên van siyasetan.

Dijwar da zanîn gelê Rojavayê kuristanê jî rastî êrîşên piralî tê, lewma ew wek YPG`ê dê ji bo parastina herêmê erkên xwe yên parastinê pêk bînin.

Piştî merasîman tabûra "Şehîd Gîvara" li kolanên taxa Şêxmeqsûdê geriya û ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin.

Şervanê YPG`ê Gîvara Hesen sala 2013`an di şerên li dijî komên çete de bi tevî 7 hevalên xwe li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê jiyana xwe jidest da.