"Li hember DAÎŞ'ê banga parastina hevpar ya PYD'ê girîng e"
Dr. Altug: Li hember DAÎŞ'ê banga parastina hevpar ya PYD'ê girîng e
KADRÎ OZKAN
STENBOL (DÎHA) - DAÎŞ bi dagirkirina Musulê ve ket rojevê û hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Dr. Seda Altug balkişand ser hêza DAÎŞ'ê û rola Tirkiyeyê. Altug anî ziman ku DAÎŞ li hember kurdan tahlûkeyeke cidî ye, banga parastina hevpar ya PYD'ê girîng e û divê hêzên Kurdistanê yên din bersivê bidin vê bangê.
Piştî ku çeteya DAÎŞ'ê, Musul dagir kir û berê xwe da bajarên din yên Iraqê, li ser xeta Iraq û Sûriyeyê dengê hatin guhertin. Nêzî 2 sal berê DAÎŞ ji bo şoreşa Rojava bifetisîne, êrîş pêk anî û kete rojevê û îcar jî berê xwe da Iraqê. Tê zanîn ku li Tirkiyeyê jî gelek kes tevli vê çeteya ku komkujiya pêk tîne û gelek caran hat ziman ku dema êrîşên li hember Rojava de, Tirkiyeyê alîkariya çek daye çeteya DAÎŞ'ê.
'Ev rêxistin ji Iraqê derket'
Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Dr. Seda Altug, anî ziman ku piştî ku DYA'yê Iraq dagir kir di sala 2004'an de ji aliyê Abu Musab el-Zarqawî hatiye avakirin, serî li rêbazên hilweşandin û qetlîaman daye û wiha got: "Beriya ku DYA, Iraqê dagir bike, di serdema Sedam de, kurd û şîa di warê siyasî, aborî û civakî de li derve dihatin hiştin û heta wekî mînak Enfalê komkujî pêk dihatin." Altug destnîşan kir ku piştî dagirkirinê rewşa heyî ya Iraqê hêz daye mezheban û ev yek bûye sedem ku hêzên wekî DAÎŞ û yên din bi hêz bibin û wiha got: "Piştî Sedam û dagirkirina DYA'yê îcar jî lîderê şîa Nurî El Malîkî, sunî li derve hişt. Ji ber vê yekê di nav suniyan de dijberiya li hember DYA'yê zêdetir bû û bêtir radîkal bûn. DAÎŞ di dema dagirkirinê de hat avakirin û lîderê vê rêxistinê li Bexdayê dima. Ev rêxistin ji Iraqê derket."
Tirkiyeyê li hember Rojava serî li rêbazên cuda da
Altug balkişand ser têkiliya Tirkiye û DAÎŞ'ê û wiha got: "Tirkiye, ji bo encamên siyasî ku li Kurdistana Sûriyeyê derkevin holê kontrol bike û bi taybet jî ji bo pêşketina PYD'ê asteng bike serî li rêbazên cuda da. Xwest bi riya muxalefeta ereb û kurdên li derveyî PYD'ê, tenê bihêle. Bi partiyên derveyî PYD'ê re li hev kir û ji bo dijberiyê ava bike polîtîkaya perçe bike û rêve bibe meşand. Xwest bi riya muxalefeta ereb, PYD'ê tenê bihêle, sînoran bigire, bi destê Barzanî PYD'ê tenê bihêle û di çapemeniyê de gelek caran cih girt û ji bo êrîşên li hember Rojava hêsantir pêk bên, bi awayekî sergirtî û rêbazên din piştgirî da komên radîkal, El Nusra û komên selefî."
'Tirkiyeyê komeke wehş afirand'
Hîndekar Altug bilêv kir ku Tirkiye ji bo şoreşa Rojava bifetisîne, li hember Rojava komên radîkal bi kar anî, di 6 mehên dawî de fêm kir ku nikare DAÎŞ'ê kontrol bike û di nav hêzên navneteweyî ku dijberiya DAÎŞ'ê dikin di cih girt. Altug anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê, Katar û Emîrên Ereban bi hevre û hikûmeta AKP'ê ji bo DAÎŞ bi rihetî êrîşî herêmên destê PYD'ê de ne bike, di avakirina Eniyeke Îslamî de cih girtin. Altug diyar kir ku ji van koman yek jî DAÎŞ e û wiha got: "Tirkiyeyê komeke wehş, tu projeya wê ya siyasî nîne, dewletparêz, li hember cudahiyan bêtehemûl, komkujiyan pêk tîne afirand. 5-6 mehên dawî de dît ku gefan li Tirkiyeyê dixwe, li hember DAÎŞ'ê kontrola xwe zêde kir. Ji ber ku ev kom tenê girêdayî Tirkiyeyê nîne, têkiliyên vê komê yên navneteweyî hene." Altug bilêv kir ku Tirkiye pêşiya xwe nabîne, xwedî refleks dij kurd û mezhebiya sûnî ye û divê dev ji avakiran Eniya Tirkmen ya Tirkiyeyê berde û li hundir lezgînî pêvajoyê aştiyê bimeşîne û di polîtîkayên xwe yên derve de polîtîkayên aştiyane bimeşîne.
'Tirkiyeyê piştgiriya lojîstîk da DAÎŞ'ê'
Altug da zanîn ku li Rojhilata Navîn dewletên wekî; Tirkiye, Misir, Iraq û an jî Îsraîlê, bi piştgiriya DYA'yê ji salên 1970'î pê ve li hember çepgi û demokratên muxalîf, li gor berjewendiyan hîn komên îslama radîkal tên avakirin û piştgirî tê dayîn. Altug mînaka El Qaîde, Hamas û Hîzbullahê da û wiha got: "Tirkiyeyê jî, wekî lingekî polîtîkayên li hember Rojava piştgiriya lojîstîk da DAÎŞ û komên din." Altug anî ziman ku Musul tenê ji aliyê DAÎŞ'ê ve nehatiye dagirkirin û her wiha di nav de endamên Baas'ê yên di dema Sedam de mane cih digirin û wiha got: "Tê dîtin ku artêşa Iraqê pir qels e. Çekên destê xwe jî, ji DAÎŞ û komên din re hişt. Ev jî nîşan dide ku dewleta navendî hem di warê civakî û hem jî di warê rewabûnê de çiqas lawaz e."
'Banga PYD'ê girîng e'
Seda Altug diyar kir ku DAÎŞ li hember YPG'ê bi ser neketiye, lê piştî serkeftinên li Dayr el-Zor, Reqqa û sînorê Tirkiyeyê, li hemer Iraqê lêhûr bûye û ev koma çete li hember Rojhilata Navîn û bi taybet jî li hember kurdan bi tahlûke ye û wiha got: "Li Sûriyê tenê YPG dikare li hember DAÎŞ'ê derkeve. DAÎŞ li Rojava li hember YPG'ê şer dike û li cihên din jî li şûna ku li hember artêşa Esed ku wek 'artêşa kafiran' tê pênasikirin, şer bike, li hember Artêşa Azad ya Suriyeyê şer dike, di van pevçûnan de piranî bi ser dikeve û li bakurê Suriyeyê bi hêz dibe." Altug anî ziman ku kurdan li Kerkukê rewş guherandine, DAÎŞ hem dijminê PYD û hem jî dijminê Herêma Federal a Kurdistanêye û wiha got: "Banga PYD'ê ku li hember DAÎŞ'ê banga parastina hevpar tê kirin, girîng e. Hêvîdar im ku Başûr piştgiriyê bide. Geşedanên pêşerojê, têkiliya navbera Îran û DYA'yê dînamîkên diyar ker ya Konferansa Neteweyî ya Kurd in."
'Divê dînamîkên tundiyê ji holê rabin'
Altug anî ziman ku li gorî wê DYA bi awayekî aktîf mudaxilî geşedanan nabe û ji bo DAÎŞ û hêzên wekî wê ji holê rabin, divê dînamîkên ku li Rojhilata Navîn zincîrên tundiyê diafirînin ji holê rabin û wiha got: "Li gorî min, eger li hember DAÎŞ'ê sînor bên girtin, eniyeke dijber bê avakirin, dê DAÎŞ paşve vekişe." Altug destnîşan kir ku li ser esasê wekhev û mafên demokratîk dikarin li Rojhilata Navîn aştiyê pêk bînin.
(ça)