Li hember Modernîteya Kapîtalîst çanda alternatîf tê afirandin
GOKHAN ALTAY
AMED (DÎHA) - Akademiya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn, bi afirandina çanda alternatîf a li hember qirkirina çanda kurdan a ku bi salan e tê meşandin wekî stêrkek li Amedê dibiriqe. Ji mamosteyê Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn Şiyar Ayaz, da zanîn ku di warê înşakirina Xweseriya Demokratîk de rol û rista mezin dikeve ser milên wan û wiha axivî: "Em xebatên xwe li ser vê binghehê dimeşînin ku xwendekarên me bikaribin çar perçeyên Kurdistanê li ser çand û hunerê xizmeta gelê xwe bikin."
Gelek saziyên çandî ku piştî salên 2000'î ku ji bo çand û hunera kurdî geştir bibe hatin avakirin. Di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan de saziyên çandî jî rol û ristek mezin dan ser milên xwe û hê jî ev berdewam dike. Di heman demê de saziyên çandî di geşbûna çand û hunera kurdan de jî xwedî rol û ristek mezin dilîzin. Herî zêde jî ev saziyên çandî li Ameda Kurdistanê de hatin avakirin. Akademiya Navende Çanda Ciwanan a Cegerxwîn ji van saziyan yek e. Akademiya Cegerxwîn, di 2010'an de di bin Şaredariya Kayapinara Amedê hat damezirandin. Akdademî, bi şîara "Werin em bi hev re bi çand û hunerê jiyanek azad ava bikin" dest bi xebatan kir û armanc dike ku bi xebatên xwe valahiyên çand û hunerî dagire. Di heman demê de jî çanda kurdan ku bi deh salan e bi qirkirinek re rû bi rû ye careke din rake ser piyan û li hember vê ferasetê têbikoşe û çand, huner û wêjeyek alternefîf derdixe holê. Ev sê sal in piranî li ser perwerdehiyê û ev du salên dawîn jî xebatên akademîk dimeşîn.
Sedî sed bi kurdî
Akademiya Cegerxwîn ku heya niha bi sedan şagirt gihandine û perwerde kirine di şeş beşên wek sînema, şano, govend, wêne, muzîk û wêje de xebatan dimeşîne. Waneyên ku di van beşan de jî tên dayîn xwedî naverokek dewlemend e. Ji Dîroka Wêjeya Kurdî ya Nûjen û Klasîk, Gerdîşa Dengbêjiyê, Şanoya Kurdî, Bingeha Muzîka Kurdî heya ya cîhanê, wane di van beşan de pêşkêşî şagirtan dikin. Qeydên akademiyê di havînê de dest pê dike. Zimanê akademiyê jî sedî sed bi kurdî tê meşandin û ji kesên ku serî lê didin jî zanîna zaravayên kurdî tê xwestin. Ya herî balkêş jî wekî navê wê de jî wek navenda ciwanan dixebite û hemû şagirt ji ciwanan pêk tê. Di her dawiya salê jî xebatên kolektîf ku bi xwendekaran re tên meşandin pêşkêşî gel tên kirin. Her beş li gorî naveroka beşa xwe xebatên cuda cuda amade dikin.
'Hêdî hêdî qelsî û lawazî ji holê rabûn'
Ji Mamosteyê muzîkê Şiyar Ayaz ya Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn axivî û got ku li Kurdistanê cara yekemîn e ku xebatên akademîk bi riya Dibistana Cegerxwîn çêdibe. Ayaz, da zanîn ku xebatên li ser çand û hunera kurdî ku bi hezar sal in bi awayek rêk û pêk nehatine meşandin bi riya wan tê kirin. Ayaz, destnîşan kir ku dema wan dest bi xebatan kirine ne xwedî tecrubeyek bûne û wiha axivî: " Ji avakirinê heya niha me gelek qelsî û kêmasiyên xwe dîtin. Bi sedan sal in ku li ser ziman û hebûna kurdan qirkirinek dihat meşandin. Ji ber vê jî tecrubeyek tune bû. Lê ev salên dawîn bi dîtina wan qelsî û lawaziyan me riya rast dît û em bûn xwedî tecrubeyek." Ayaz, da zanîn ku ew ji aliyê mamosteyan ve niha têr dikin û gelek mamoste hene ku di warê çand û hunera kurdan de bixebitin û wiha axaftina xwe domand: "Lê mamosteyên ku hene her yek li aliyek e. An ji ber zor û zehmetiyan koçî rojava kirine an jî di metropolên tirkiyeyê de dijîn. Em helw didin ku wan jî bînin vê derê da ku xebatek baştir ji gelê xwe re pêşkêş bikin."
Li hember Modernîteya Kapîtalîst çanda alternatîf
Ayaz, anî ziman ku xebatên wan li ser ceribandinan çêdibe û got ku armanca wan ne ew e ku mamoste an jî stranbêjek li akademiyê bigihînin û wiha got: "Armanc ne ew e ku li vir bi kesek stran bidin gotin û wek hunermendek pêşkêşî gel bikin. Bi ceribaninên di her warî de bingeha xebatên me tijî dike." Ayaz, da zanîn ku ew ji pergala heyî cûdatir xebatan dimeşînin û çandek alternatîf diafîrînin û wiha axivî: "Li gel me ezmûnek hişk tune ye û peyva wê jî nayê bikaranîn. Ev çand li vir tune ye. Ezmûn xizmeta Modernîteya Kapîtalîst dike. Li gel me nirxandin heye. Li ser nirxandinan em dimeşin." Di heman demê de Ayaz anî ziman ku ew her tim firsend didin şagirtan û wek pergalek hişk tevnagerin û wiha axaftina xwe domand: "Li gorî pergala heyî kesek heke di wê saetê de serkeftinek nîşan nede ew kes ne serkeftî ye. Em firsendê didin hevalên xwe ku ji bo vî gelî xizmetê bikin."
'Rol û rista mezin li ser milê saziyên çandî ne'
Ayaz, di warê gihiştina gel de jî xwerexneyên xwe anî ziman û ev tişt anîn ziman: "Me xwe baş li gel baş neda fêmkirin. Her wiha di tevlîbûnê de jî em qels man. Ji ber ku rol û rista Cegerxwîn wek xebatên ser dikê hatin nîşandan." Ayaz, behsa înşakirina Xweseriya Demokratîk a ku bi taybetî ev salên dawîn de gelê kurd daye pêşiya xwe jî kir û destnîşan kir ku li vir rol û rista herî mezin dikeve ser milên saziyên çandî û wiha got: "Herî zêde ev felsefeya Xweseriya Demokratîk bi saziyên çandî tê nîşandan. Her wiha gihandina me xwendekaran jî hinek li ser van esasan e ku dema diqedînin li her çar perçeyên Kurdistanê bikaribin li ser çand û hunera kurdan xizmeta gel bike."
(st/bd)