1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li hemberê tiryak û cilvirînê 'xebatên çandî'
Li hemberê tiryak û cilvirînê 'xebatên çandî',li,hemberê,tiryak,û,cilvirînê,xebatên,çandî

Li hemberê tiryak û cilvirînê 'xebatên çandî'

A+ A-

12:12 15.11.2013 1 / 8 MANÎSA (DÎHA) - Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Turgutluyê, ji bo ya ciwanan li hemberê tiryak û çanda cilvirînê bi parêze dest bi "xebatên çandî" yên ku bi qûrsên tembûr û gîtarê destpê kir lê bi komên şano û folklorê berdewam bike, kir.

Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê, Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Turgutlu, ji bo ciwanên partiyê bixe nava liv û tevgerê dest bi xebatên çandê kir. Hate diyarkirin ku ji bo ya ciwanan li hemberê tiryak û çanda cilvirînê bi parêze dest bi qûrsên tembûr û gîtarê destpê kir, dê di rojên pêş de jî bi xebatên şano û folqlorê berdewam bike. Serokê Rêxistina BDP'ê ya navçeyê Selahatîn Dagli, diyar kir ku ew ji hemû daxwaz û pêşniyarên ciwanan re vekirîne, ji ber ew girîngiyê didin xebat û parastina ciwanan ew amadene ku hemû derfetên xwe ji wan re seferber bikin.

Lutfî İnce ku berpirsiyarê xebatên çandê ye, da zanîn ku ketina ciwanan a nava xebatên tiryak û cilvirînê wana pir xemgîn kiriye, wan jî biryara dest bi "Xebatên çandî ya li hemberê çanda cilvirînê bikin" dane û ew dixwazin ya ciwanan ji tiryakê û cilvirînê dûr bixin. Înce, destnîşan kir ku ji ber vê yekî wan li avahiya partiyê bi vekirina qûrsa tembûr û gîtarê dest bi xebatan kiriye. Înce, anî ziman ku ew dê di demên pêş de dest bi xebatên şano û folqlorê jî bikin. Înce, xwest ku di serî de ciwan kesên dixwazin di xebatên çandî de cih bigirin an jî jê sûd wergirin bila serî li partiya wan bidin.

(ea/mae)