1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li hemberî buroya YNK'ê êrîşa bombeyî
Li hemberî buroya YNK'ê êrîşa bombeyî,li,hemberî,buroya,ynk,ê,êrîşa,bombeyî

Li hemberî buroya YNK'ê êrîşa bombeyî

Li hemberî buroya YNK'ê êrîşa bombeyî: Herî kêm 14 mirî

A+ A-

HEWLÊR 09.06.2014 11:16:14 Li dû êrîşên bombeyî yên Li Celewla YNK hedef girtin, vê carê jî li Tuz Hurmatu li hemberî avahiya YNK'ê bi kamyoneke bombebarkirî êrîşek xwekujî hat kirin û di encamê de herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li hemberî avahiya YNK'ê ya li Tuz Hurmatu bi wesayîteke bombebarkirî êrîşeke xwekujî rû da. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de herî kêm 40 kes birîndar bûn. Fikar heye ku bîlanço girantir bibe.

Di 8'ê Hezîranê roja Yekşemê de di êrîşên bombeyê yên li dijî avahiya Asayîşê û buroya YNK'ê ya li Celewlayê de herî kêm 22 kesan jiyaan xwe ji dest dabûn. Xaneqîn û Celewla ku bajarên Kurdan e, hînê di nava herêmên bi nîqaş ên bi Herêma Kurdistana Federal ve nehatine girêdan de cih digirin.

Ev êrîş bi taybetî, piştî ku çeteyên DAIŞê gelek taxên Mûsilê xistin bin kontrola xwe, rû dan. Li hemberî êrîşan hêzên pêşmergeyan ketin alarmê lê belê hînê ti destwerdan nekirine. Ji Mûsilê gelek malbatên Kurd reviyan û xwe li Herêma Kurdistana Federal girtin.