Li hemberî kurdî eleqe
Li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan li hemberî kurdî eleqe
SÎNAN EREN Li Milazgirê li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan li hemberî dersên kurdî eleqeyekî mezin heye.
Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan a ku çêkirina wê rojên borî temem bû ya Şaredariya Milazgirê hate vekirin. Li mala piştgiriyê di dawiya hefteyê û nava hefteyê de bi giştî 322 xwendekar perwerdehiyê dibînin. Li mala perwerdehiyê 6 polî 6 mamoste dersan didin. Dersên Sosyal Bîlgîler, Tirkî, Fen Teknolojîlerî, Rehberlîk, Matematîk û Kurtî tên dayîn. Dersên kurdî yên li mala piştgiriya perwerdehiyê tên dayîn rastî eleqeya welatiyan tê. Şaredarê Milazgirê M. Nurî Balci, diyar kir ku bi derfetên gelek kêm ji bo xwendekarên derfetên wan tuneyî Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Orhan Dogan vekirin. Balci, anî ziman ku dema bû şaredar ji gelê Milazgirê re sozek dabû û bi vekirina mala piştgiriya perwerdehiyê soza xwe bi cih anî.
'Herî zêde dersên kurdî eleqeyê dibînin'
Koordînatorê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê û Mamoste Erhan Temel jî diyar kir ku vekirina mala piştgiriyê ji bo Milazgirê fersendekî gelek mezin e û 322 xwendekaran qeyd çêkirin û nêzî vê hejmarê jî daxwaz heye. Temel, anî ziman ku li mala piştgiriyê hefteyê 2 rojan derstên kurdî tên dayîn û wiha got: "Bi taybet li hemberî dersên kurdî eleqeyekî gelek mezin heye. Ev yek jî me keyfxweş dike."
Xwendekarê polîsa 8'emîn Serhat Kiziltaş jî diyar kir ku mala piştgiriyê ya şaredariyê vekir tevkariyê dide perwerdehiya wan.
(bd/mae)