´Li hemberî pêvajoyê helwesta xwe zelal bikin!´
TEV-DEM: Divê hemû kes li hemberî pêvajoyê helwesta xwe zelal bike
Qamişlo Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bal kişand ku, pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, gelekî binirx dibînin û xwest ku ji bo serkeftina wê hemû kes helwesta xwe nîşan bidin.
Koordînasyona TEV-DEM’ê ya Rojavayê Kurdistanê, di derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, pêngaveke binirxe û wiha hat domandin: “Ev israra li ser guhertinê ye, berdewama xebata demokratîk û aştiyane ye. Mîsogerkirina pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal beriya niha di dema Turgut Ozal de dabû destpêkirin e.”
Di berdewama daxuyaniya TEV-DEM’ê de hate destnîşankirin ku, pêvajo ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rêyek nû vedike, hemû riyên şer û pevçunan digire û ev tişt hatin gotin: “Em wekî TEV-DEM’ê vê pêvajoyê gelekî binirx dibînin. Ji bo ku biser bikeve divê hemû kes helwesta xwe nîşan bidin. Li dijî hewldanên valaderxistina pêvajoyê jî divê tedbîr bêne girtin. Em dibêjin ku ger ev pêngav li Bakûrê Kurdistanê biser bikeve wê pêvajoya bihara gelan a Rojhilata Navîn û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî biser bikeve. Pêvajoya em dijîn ji bo gelê Kurd dîrokî ye.”