1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Li hemberî wehşetê xwe kirin mertal´
´Li hemberî wehşetê xwe kirin mertal´,li,hemberî,wehşetê,xwe,kirin,mertal

´Li hemberî wehşetê xwe kirin mertal´

Denîz Kaya: Çaran li hemberî wehşetê xwe kirin mertal

A+ A-

AMED (DÎHA) - Denîz Kaya, diyar kir ku ji pêşengên PKK'ê Ferhat Kurtay Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik ên li Girtîgeha Amedê bi armanca îşkenceyan şermezar bikin berdenên xwe dan ber agir li hemberî wehşetê dilê xwe û bedenê xwe kirin mertal.

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK Denîz Kaya, têkildarî salvegera Ferhat Kurtay Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik ên weke "Çaran" tên binavkirin û bi armanca şermezarkirina îşkenceyên di dema darbeya 12'ê Îlonê de li Girtîgeha Amedê pêk dihatin berdenên xwe dan ber agiri daxuyaniyekî nivîskî weşand. Kaya, anî ziman ku li Girtîgeha Amedê li hember weşetê Çaran dil û bedenên xwe kirin sîper û wiha got: "Qîrna azadiya çar dilên a serkeftinê meşaleya berxwendanê ya PKK'ê li çar parçeyên Kurdistanê bû sekna dîrokî ya neteweyî. Ji gelên kevnar ên Mezopotamyayê gel kurd ji nû ve bi kevneşopiya berxwendanê derket holê û bi felsefeya jiyana bi rûmet a çanda berxwendê ji me re hate hiştin." Pêşeng û avahîsazê vê berxwedanê bê guman Serok Apo û rêhevalên bi lehenqî berxwedan in. Çalakiya Çaran a li hemberî pêkanînên dijmirovahî yên di darbeya 12'ê Îlonê de pêk dihatin nîşaneya vê berxwedanê ya herî şênber e. Ferhat, Necmî, Akîf, Mahmut her yek dilek ji agir û meşaleyekî azadiyê ne. Her yek perçeyekî Kurdistanê ne. Ji çar dilan çar perçeyên Kurdistanê çêbûn. Paşroji bi pêşerojê ronî kirin. Agirê Çaran teslîmeyet bi berxwendaniyê têk birin. Em di şexsê Çaran û Hakî Karer hemû legehên meha gulanê bi mînet û rûmet birîtinin û soza li hemberî wan çareke din dubare dikin.

(bd)