Li hemberî êrîşên DAÎŞ'ê raperîn
RIHA (DÎHA) - Çeteyên DAÎŞ'ê ku dixwaze şoreşa Rojava di salvegera 2'emîn de bi êrîşên li dijî Kantona Kobanê yên bi sê aliyên ve pêk tînin bixenîqîne. Ji ber vê yekê kurdên Bakûrê Kurdistanê jî rabûn ser piyan. Bakûriyên ku li seranserê sînoran dest bi girtina nobetê kirin, sînorên hatin xizkirin bêwate hiştinû û li hemberê êrîşên çeteyan jî di 4 noqteyan de raperînê dan destpêkirin.
Nobedariya konê ya "Piştevaniya ji bo Kantona Kobanê re" ku li ser gira gundên Zarêta Serxet û Zehrî yên girêdayên navçeya Berecûkê ya Rihayê hatî vekirin, di roja xwe ya 10'emîn de bi mezintir berdewam dike. Bi konê duh li gundê Goktepe ya girêdayê navçeya Berecûkê hate vekirin re hejmara qada konan derkete 4'an. Çeteyên DAÎŞ'ê ku nêzî 40 kîlometre li rojavayê Kobanê, bajarê Cerablûs a li aliyê Çemê Firatê ya Rojavayê ye ku pêşberê navçeya Karkamiş a Dîlokê ji xwe re kirine war, piştî destxistina Misûlê ji Iraqê çekên giran anîn û êrîşên gundên Xerab Eto, Şêxer, Aşmê, Cibnê, Çariklî, Zarêt, Çeloxlu, Beyadîn, Zor Mixar a li rojhilata Feratê ne kirin, bi pêşengiya YPG û YPJ'ê bi berxwedana gundiyên Rojavayê paşde hatin daxûrandin. Li ser vê yekê konê nobedariyê li pêşberê gundên Çeloxlû û Zarêtê hatin vekirin, li pêşiya êrîşên çeteyan rola mertalbûnê leyist. Ev yek li ser gundiyên li bakûr dijîn jî hesasiyetek û berxwederiyek pêk anî. Ev berxwederî di avakirina konê ya roja xwe yê sêyemîn de bi çeteyên ku êrîşkirin re windayiyek mezin da pêkanîn. Bi vê re jî bi sedan kesên ku li qada konê berxwedanê civiyan sînorên sûnî yên bi Hevpeymana Lozanê hatine danîn, derbas kirin, tevlî YPG, YPJ'ê bûn û bi aktîf tevlî berxwedanê bûn. Bi vê re jî sînorên gundên wan ji hev qetandiye, xizman ji hev cûda kiriye û li ser rûyê cîhanê tû benzera wî tune ye, cara yekemîn bi awayek cidî wateya xwe winda kir.
Sînorê ku hatiye paqijkirin: Aşmê
Dîsa qadeke din a xweser jî, li gundê Aşmê ya Berecûkê hate avakirin. Ev qada ku ciwanan pêşengiyê dikin, li binê sê gundên Aşmeya Jor, Aşmeya Jêr û Aşmeya Navbêr de ye. Li aliyê Rojava jî li gundên Aşmeya Jor û Aşmeya Jêr xizmên van gundiyan dijîn. Zarok û jinên van her dû gundan jî hatin li cem xizmên xwe yên li Serxet bi cih bûn, ciwanên wan jî ji bo parastina gundên xwe bi şervanên YPG û YPJ'ê re rêhevaltî dikin. Di vê qada konê de jî piranî ciwan û jin nobetê digirin, gelek ciwanên ku ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê tên ji bo beşdarê berxwedanê bibin, sînoran derbas dibin tevlî refên YPG û YPJ'ê dibin. Leşker ji bo derbasbûna van ciwan asteng bikin, li gundê Aşmê ya li sînor sifire, her çiqas di serî de bi projektoran ronahî û gelek onleman bigire jî, biryardariya nenaskirina sînoran a hemwelatiyan bi leşkeran paşde gav dide avêtin.
Bi berxwedanê konê 4'emîn hate avakirin
Ev her dû qadên li aliyê rojava, duh bi avakirina qada konê ya li gundê Goktepe ya pêşberî gundê Koralî ya li Rojava ku 500 metre nêzî mewziyên YPG'ê ye hat dewlementkirin. Armanc ji bo tevgeriya çeteyan bên nêrtin, ji bo şervanên YPG û YPJ'ê jî moral, coş tê dayîn. Konê ku hate xwestin li gundê Goktepe bê avakirin, leşkeran mudaxele kir û her çiqas xwest asteng bike jî, hemwelatiyan bi berxwedana xwe bi ser ketin û qadeke xweserek din hate vekirin. Bi vê re êdî şervanên YPG û YPJ'ê bi gelê bakûrî re zêdetir moral girtin û şensê berxwedaniyê bi dest xist.
Yek gelek ku li ber têlan hevdîtinê kirin e
Qada din a xweser li gundê Xirbê Berana ya girêdayê navçeya Akçakalê hate vekirin. Qada xweser a li Xirbê Berana ku li pêşberê gundên Kizelî, Kendal, Girê Sor, Sûsik a li rojhilata Kantona Kobanê ne, ji ber ku çeteyan bi tank û çekên giran ên ji Rakkayê tînin û li Girê Spî (Tel Ebyad) bi cih dikin û êrîşên xwe berdewam dikin, girîngiyek mezin dide. Gundên ji Kobanê re 30 ji Girê Spî re jî 10 kîlometre dûre, bênavber rastî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê tên. Ji ber vê yekê morala ku dê ji Xirbê Beranan bide YPG'ê û YPJ'ê û gelê Rojavayê, pir girîng e. Bi sedan hemwelatiyên ku Xirbê Berana li hev civiyan e, ji bilî çalakiyan her çiqas firsendê bibinîn diçin ber têlên sînor û silav ji gelê Rojava re dişînin, heman silavî jî ji gelê Rojava dibîn in. Rojavayiyên ku moralê wan bilind dibe berxwedana di bin pêşengiya YPG û YPJ'ê jî destanên lehengiyê ya ji dîrokê re bibe mal tê nivisandin.
Li qadên xweser jiyana komînal
Li çalakiyên nobetê yên di hemû konan de ji Kurdistan û Tirkiyeyê li ser bangewaziya seferberiyê yên ji hêla Partiya Heremên Demokratîk (PHD), KCD, HDP, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û KCK'ê hemwelatî diherikin. Dostên gelê kurd, Elewî, hunermend, rojnamevanên azad, parlementerên HDP'ê, Suryanî, rêveberên DBP'ê û HDP'ê jî ya hemwelatiyan bi tenê nehiştin. Di serî de Şaredariya Pirsûsê ya Rihayê hemû şaredariyên Kurdistanê pitgiriyên cûda dan. Nêzî kîlometreyek dora qada çalakiya nobedariyê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK, YPG'ê tên honandin, di ketina qada konan de jî noqteyên qontrolê yê YDG-H hatiye danîn. Li qadan tarza jiyana komînal esas tê girtin, karê kolektîf derdikeve pêş. Ji bo hemwelatiyan perwerdehiya ku ji mijarên wek e dîroka kurdan, PKK, Rojava, xweseriya demokratîk, Netewa Demokratîk, Jin û hawirdor pêk tên, tên dayîn.
Durbîn ji destan nakevin!
Bi konên ku jiyaneke komîn pêk tê panqartên wekî "Rojava xwesera meşa destanwarî ye", "Serokatiya azad paşeroja azad", "Em şoreşa Rojava silav dikin, kanton vîna gelê me ye", "Çeteyên DAÎŞ'ê maşeyên emperyalîzmê ye", "Parastina Kobanê pîvana welatparêziyê ye" piştevaniya xwe ya bi Kobanê re û hêrsa xwe li hember çeteyên DAÎŞ'ê tînin ziman. Her wiha serê sibehê di konan de ciwan nobeta li ser noqteyên sifir a li ser sînor nobetê diguherînin, hemwelatiyên din jî li qada konan dest bi paqijiyê dikin. Dîsa durbunên ku ji bo gundê Zarêta Binxet ên çete di wir de ne bişopînin anîne, ji destan nakevin.
(mç-ea/bd)