1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li hemberî îstîmlaqa Surê komîsyona hiqûqê hat avakirin
Li hemberî îstîmlaqa Surê komîsyona hiqûqê hat avakirin,li,hemberî,îstîmlaqa,surê,komîsyona,hiqûqê,hat,avakirin

Li hemberî îstîmlaqa Surê komîsyona hiqûqê hat avakirin

A+ A-

AMED (DÎHA) - Li hemberî biryara "Lezgînî ya Îstîmlaqê" ya Surê rêxistinên hiqûqê komîsyona hiqûqê ava kirin.Hate zanîn ku komîsyon dê serî li hemû riyên hiqûqî bide, serlêdanên sûc bike û dozên betalkirinê vebike.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Mafên Civakî, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komîsyona Rêveberên Heremî ya DBP'ê li hemberî biryara "lezgînî ya îstîmlaqê" ya ji aliyê Lijneya Wezîran ve ya li hemberî navçeya Surê ya Amedê hatî girtin komîsyona hiqûqê ava kirin. Hevserokê MHD'ê Prz. Serhat Eren diyar kir ku dewlet bi biryarê dixwaze Surê vala bike û bi temamî Surê destser bike. Eren anî ziman ku komîsyon li hemberî mafên milk û qadên jiyanê dê serlêdanên hiqûqî bike. Eren da zanîn ku komîsyon dê serî li hemberî riyên hiqûqî bide, serlêdanên sûc bike û dozên betalkirinê vebike.

'Avahiya kevin a şaredariyê weke navenda serlêdanê xizmetê dide'

Eren wiha bang li gelê Surê kir: "Niha hin mafên tên binpêkirin hene. Ji bo pêşiya van binpêkirina mafan bê girtin û tesbît bên kirin divê serî li komîsyonê bikin." Eren bilêv kir ku komîsyon niha li avahiya kevin a şaredariyê ya nêzî Mizgefta Ulu ya li Surê xizmetê dide û hemû kes dikare li wir serlêdanan bikin. Eren derbirî kir ku komîsyon ji bo dozên bên vekirin dê hemû piştevaniya hiqûqî bike.

Eren destnîşan kir ku divê li Surê berhemên dîrokî zirarê nebînin.

'Gelo ji gelê Surê destûr girtine?'

Prz Ferîde Laçîn jî diyar kir ku lijneya wezîran dixwaze dîroka bajar a 7 hezar û 500 salî tune bike. Laçîn pirsên, "gelo ji gelê Surê destûr girtin?, bi rêxistinên sivîl ên bajar re hevdîtin kirin? bi esnafan re xebat meşandin? bi xwediyên milk û kiraciyan re protokol kirin? an jî hevdîtin kirine?" kirin. Laçîn da zanîn ku li hemberî milkên AKP'iyan ên li Surê biryara îstîmlaq nehatiye girtin.

(ft)