Li Herekolê dê Mihrîcana Aştiyê pêk bê
SÊRT 02.06.2014 07:28:47 Şaredariya Sêrtê di navbera 7-8’ê Hezîranê de li navçeya Perwariyê li kontarên çiyayê Herekol dê ‘Mîhrîcana Aştiyê ya Herekol Çemê Karê’ pêk bîne.
Ji aliyê şaredariya Sêrtê ve di navbera 7-8’ê hezîranê de li navçeya Perwarî kontarên çiyayên Herekol dê mîhrîcana Aştiyê ya Herekol Çemê Karê dê pêk bê û bername dê ji lîstikên gelerî, şano, muzîk, sînema û dîwana dengbêjan pêk bê.
Hunermenên li herêmê yê NÇM’ê Bulent Turan, Guldest Arîn, Xwejîn Botan, Argeş Zivistan û Koma Dengê Botan ji bo konsera xwe di mihrîcanê de bidin bi lez û bez xebatên xwe didomînin û hat hînbûn ku ji bo mîhrîcanê serî li Walitiya Sêrtê dane. Her wiha li navenda bajar bîllboard, afîş û pankart hatin daliqandin.
Her wiha hate hînbûn ku mîhrîcana ku dê di 7’ê hezîranê dest pê bike, ji bo kesên tevli mîhrîcanê bibin dê heman rojê saet di 8’an de wesayît biçin qada mîhrîcanê û hat diyar kirin ku dê ji aliyê şaredariyê de bi daxuyaniyekê der barê mîhrîcanê de agahî bên dayîn.
Di vê navberê de mîhrîcan sala borî dê di navbera 9-7’ê hezîranê de pêk bihata, ji aliyê Walitiyê ve bi hinceta ewlehiyê hat astengkirin.