Li herêma erdhejê têkoşîna jinan
ZUHAL TEKİNER-PINAR URAL
WAN (DÎHA) - Jinên ku li herêma erdhejê yên hevserên wan an di girtîgehê de ne, an jî dev ji hevserên xwe berdane ji aliyekê têkoşîna jiyanê didin û ji aliyê din jî hewl didin ku travmaya erdhejê ji ser xwe biavêjin. Xezal Hîtîta 3 meh berê hatiye girtin û Serap Demîra 13 sal berê hevserê xwe di qezaya trafîkê de winda kiriye, hewl didin ku birînên erdhejê vekirine derman bikin.
Waniyên ku piştî erdhejê hewl didin birînên xwe derman bikin, têkoşîna jiyanê didin. Bêguman yên herî zêde ji erdheja Wanê tesîr bûyîn jin û zarok in. Waniyên ku cih û warên wan wêran bûyî tevî sir û seqemê hewl didin ku bijîn. Di lêkolîna Navenda Şêwirmendiya Jinan a Şaredariya Wanê (VAKASUM) de jî têkoşîna jinên hevserên wan di girtîgehan de ne yan jî ji hevserên xwe veqetiyan e derket pêş. VAKASUM'ê di çarçoveya xebatên xwe de piştî erdhejê bi 200 jinan re hevdîtin pêk anî û ji 3 hezar jinan re jî alîkariya cil û zaxîreyê kir. Di xebatên ku ji 80 jinan re piştgiriya derûnî hatiye dayîn de tespîta herî berbiçav bû têkoşîna jinên hevserên wan di girtîgehan de yan jî jinên ji hevserên xwe veqetiyan e. VAKASUM'a ku 9 konên bidest xistî belavî jinan kiriye girîngiyê dide têkoşîna jinan a piştî erdhejê.
'Bi 5 zarokan re li mala dîwarên wê teqyayî dijî'
Yek ji jinên têkoşîna jinan jiyanê dide dayîka 5 zarokan Xezal Hîtît e. 3 meh beriya niha hevserê Hîtîtê di operasyona bi navê KCK'ê de hat girtin. Piştî ku hevserê wê hate girtin têkoşîna Hîtîtê ya bi 5 zarokên xwe re dijwartir bû. Bi erdheja Wanê ya 23'yê Cotmeha 2011'an re barê Hîtîtê girantir bû. Dîwarên mala Hîtîta yek qatî teqiya ye û nikare li mala xwe bijî. Hîtît bi alîkariya xizmên xwe li baxçeyê mala xwe konek veda, lê ji ber tirsa diziyê ji neçariyê dîsa vegeriya mala xwe ya ber hilweşînê ye. Hîtîta ku bi 5 zarokên xwe re li salona mala xwe dijî, neçar e ku li hevserê xwe yê li girtîgeha Tîpa E'ya Trabzonê ye binêre. Dayîka 5 zarokan ku piştî erdhejê şert û mercên zehmet dijî got; "Ji ber şert û mercên zehmet ez neçar mam ku zarokê xwe yê 16 salî ji dibistanê bigirim. Em bi alîkariyên ji me re tê kirin dijîn. Piştî erdhejê dewletê tu alîkarî neda me. Tenê komeleya şêwirmendî û alîkariya bi malbatên girtî re alîkarî da me. Ez bi zarokên xwe re ji hêlekê têkoşîna jiyanê didim û ji hêla din ve jî neçarim ku li hevserê xwe yê li girtîgehê binêrim. Ji bo alîkariyê bidin min, min serî li VAKASUM'ê da. navê min nivîsandin. Min ji wan konteynir an jî kon xwest. Ez li benda wan im."
'Konê wê şewitî bû xwelî'
Dayîka 5 zarokan Serap Demîra ku 13 sal berê hevserê xwe di qezaya trafîkê de winda kiriye jî di mala yekqatî û bi 4 zaokên xwe re rastî erdhejê hat. Konê Demîra ku bi alîkariya xizmên xwe li ber mala xwe vedabû jî şewitî û bû xwelî. Demîr ji neçariyê dîsa vegeriya mala xwe ya ber hilweşînê. Ji derveyî BDP'ê tu sazî û dezgehên dewletê destê alîkariyê dirêjî Demîrê nekir. Demîr got; "Em bi alîkariya ku dostên me yên nêzî me dikin, dijîm. Weqfa şêwirmendî û alîkariya civakî ya bi girêdayî Walîtiyê mehê tenê 250 TL û buhayê 50 TL'yî zaxîre dide me. Lê meha borî jî midûr ji min re got; 'ev alîkariya dawî ye.' Dema ku min pirsa çima? kir jî, bersiv neda. Ez niha bi zarokên xwe re dîsa di kon de dimînim. Tevî ku xetereya şewata kon heye jî ez neçar mam ku dîsa sobe deynim."
(ak)