1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Li Herêma Kurditanê rewşa jinan
Li Herêma Kurditanê rewşa jinan,li,herêma,kurditanê,rewşa,jinan

Li Herêma Kurditanê rewşa jinan

Li Herêma Kurditanê rewşa jinan kambax e- DOSYA (5,6)

A+ A-

Di 7 mehan de li Germiyanê 88 jin rastî îşkenceyê hatin

SERBAZ SIYAMEND

HEWLÊR (DÎHA) - Li herêma Germiyan a Herêma Federal a Kurdistanê de, di nava 7 mehên sala 2012'an de tenê li Germiyanê de 88 jin hatine îşkence kirin û 129 jinan ji ber şidetê doz li kesên malbatê xwe vekirin.

Li Herêma Kurdistanê di gelek aliyan de mafê jinê tê binpêkirin. Li herêmê jinên ku mafê wan ê civakî, siyasî, aborî û çandî tê binpêkirin dixwazin mafê wan bê parastin. Li gorî daneyên ku ji aliyê Rêveberatiya Giştî ya li Dûvçûna Şideta li Beramberî Jinan, di nava 7 mehên sala 2012'an de li bajara Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê de îşkence kirin û vekirina dozê ji aliyê jina li kesên malbatê, zêde bûye. Tenê Germiyanê de 88 jin hatine eşkence kirin û 129 jinan ji ber şidetê doz li kesên malbatê xwe vekirine. Dîsan 7 jin jî bi îşkenceya seksî rûbirû bûne.

Di 7 mehan de 248 şidet û kuştina jinan

Li Germiyanê, di nava 7 mehan de 4 jin hatine kuştin û 248 jin jî bi şidetên cûda rû bi rû bûne. Ji vê hejmarê jî ' 4 Kuştina jinan, 24 şewitandin, 129 jin ji ber şidetê doz li kesên malbatê xwe vekirine, 88 eşkence kirin û 7 şideta seksî' ku li dijî jinan pêkhatiye, hatine qeyîd kirin.

Di 4 sal û 7 mehan de; 440 jin hatine şewitandin

Di nava 4 sal û 7 mehên derbas bûyî ji sala 2008-2012'an de, li herêma Germiyanê 440 jin hatine şewtandin an jî jiber şidetê ku li dijî wan pêkhatiye, bi rêya şewitandinê xwestine xwe bikujin.

Nîgar Rehîm a 16 salî kuştin!

Herê dawî keça 16 salî ya bi navê Nîgar Rehîm ji ber gefa kuştinê ji aliyê bîroya Germiyanê ya Rêveberatiya Giştî ya li Dûvçûna Şideta li Beramberî Jinan, Nîgar radestî malbatê wî hat kitin. Herçend malbata Nîgar soz dabûn ku keçê xwe ji ber bihaneya namûsê nekujin, lê dîsan jî bi awayekî ne dicîh de Nîgara 16 salî kuştin.

Di 4 sal û 7 mehan de; hezar û 709 şidet û kuştina jinan

Her wiha ji sala 2008-2012, di nava 4 sal û 7 mehên derbas bûyî ya sala 2012 'an de, li Germiyanê 73 jin hatine kuştin û hezar û 867 jin jî bi şidetên cûdare rû bi rû bûne. 737 jin jî ji ber şidetê doz li malbat û zilam û kesên nas vekirine.

Di 7 mehan de li Kerkûkê 118 jin rastî şidetê hatine

Li bajara Kerkûkê ya Herêma Federal a Kurdistanê, şideta li dijî jinan zêde bûye. Di nava 7 mehên sala 2012'an de tenê li Kerkûkê herî kêm 118 jin rastî eşkence û şidetê hatine.

Li Herêma Kurdistanê pirsgirêkek here sereke pirsa jinane. Li Herêmê jinan xwedî pirsek bingehîne û hertim jin bi pirsgirêkên mîna: civakî, aborî paşverotî qelen (şîrdayî), jin bijinî, nezanîn, xezanî û mijarê namûsê re rû bi rû dibin. Li gorî detayên fermî ku ji aliyê Sentera Pena bo Parastina Jinan ya Kerkûkê ku hatiye weşandin, di nava 7 mehên sala 2012'an de li bajara Kerkûkê Di nava 7 mehên sala 2012'an de tenê li Kerkûkê 118 jin hatine rastî eşkence û şidetê hatine.

Di 7 mehan de 118 jin rastî şidetê hatine

Li gorî agahiyên ku Serperiştyara Sentera Pena bo Parastina Jinan ya Kerkûkê Awêzan Nûrî, têkeldarî rewşa jinan diyar kir ku rewşa jinan li Kerkûkê kembaxe. Nûrî dersnîşan kir ku di nava 7 mehan de 118 jin astî şidetê hatine. Ji wê hejmarê jî 48 jin pirsgirêkê wan ya civakî hebûye. 20 jin tû derê wan nebûye ku têde jiyan bikin (bistrin) û 50 jin jî ji bo wergirtina şîret serdana senterê Pena kirine. Herwiha 50 kec jî jiber bi zor zewcandinê rasti pirsgirêkan hatine.

Gefa kuştinê li wan tê kirin

Herwiha nûrî ev yek jîg ot ku gelek caran ji aliyê malbatên şidet li dijî jinan pêk anîne gefê kuştinê li endam û rêveberên saziyê wan j îtê kirin. Nûrî sedemê vê yekê jî wiha diyar kir jiber ku ew mafê jinan diparêzin normale bi pirsgirêkên wiha jî re rû bir û bibin. Awêzan Nûrî, bang li polîsê kerkûkê kir ku jiber ku tehdîd liser wan heye wan bi parêzin!

Xwedî gotinên xwe nebûn û jinik kuştin

Jina bi navê Evîna 24 salî jiber ku gefa kuştinê liser wî hebû serdana saziyê parastina mafê jinan kiri bû. Lê jiber ku malbatên Evîn îfade dabûn ku keçê xwe nakujin, lê piştî ku Evîn radestî malbat hati kirin ew hate kuştin.

DAWÎ

(ssq/mae)