1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Li Herêma Kurditanê şîdeta li dijî jinan
Li Herêma Kurditanê şîdeta li dijî jinan,li,herêma,kurditanê,şîdeta,li,dijî,jinan

Li Herêma Kurditanê şîdeta li dijî jinan

Li Herêma Kurditanê şîdeta li dijî jinan (2,3,4) DOSYA

A+ A-

Di 7 mehan de li Hewlêrê 106 jinan xwe Şewtandin 


Serbaz SIYAMEND

Li bajara Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê de şewtandina jinan, zêde bûye. Herwiha di nava 7 mehên sala 2012'an de li Hewlêrê 15 jin hatine kuştin û 106 jin jî xwe şewtandine an jî hatine şewtandin. 

Li Herêma Kurdistanê pirsgirêkek here sereke pirsa jinane. Li Herêmê jinan xwedî pirsek bingehîne û hertim jin bi pirsgirêkên mîna: civakî, ekonomî, paşverotî, qelen (şîrbayî: dema zewace firotina keç bi pare), jin bijinî, nezanîn, xezanî, nebûna hedalet, nelirêtî û mijarê namûsê re rû bi rû dibib. Li gorî detayên fermî ku ji aliyê Rêveberatiya Giştî ya li Dûvçûna Şideta li Beramberî Jinan, di nava 7 mehên sala 2012'an de li bajara Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê de şewtandina jinan û vekirina dozê zêde bûye û 15 jin jî hatine kuştin û 106 jin jî xwe şewtandine an jî hatine şewtandin. 13 jin jî bi şideta seksî re rû birû bûne.

Di 7 mehan de 226 şidet û kuştina jinan

Li bajara Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê, di nava 7 mehan de 15 jin hatine kuştin û 211 jin jî bi şidetên cûda rû birû bûne. Ji vê hejmarê jî ' 15 Kuştin, 106 şewtandin, 627 jiber şidetê deoz vekirin, 92 eşkence kirin û 13 şideta seksî' ku li dijî jinan pêkhatiye, hatine qeyîd kirin.

Di 4 sal û 7 mehan de; hezar û 709 şidet û kuştina jinan

Herwiha ji sala 2008-2012, di nava 4 sal û 7 mehên derbas bûyî ya sala 2012 'an de, li bajara Hewlêrê 147 jin hatine kuştin û hezar û 562 jin jî bi şidetên cûdare rû birû bûne. 5 hezar û 42 jinan jî jiber şidetê ku li dijî wan pêkhatiye, doz vekirine.

Di 4 sal û 7 mehan de; 707 jin hatine şewtandin

Dîsan di nava 4 sal û 7 mehên derbas bûyî ya sala 2012 'an de, 707 jin hatine şewtandin an jî jiber şidetê ku li dijî wan pêkhatiye, bi rêya şewtandinê xwestine xwe bikujin.

Benaz qûrbaniya nebûna dadgeriyê!?

Di sala bûrî de xwendevana binavê Benaz Cewad (22), derçûya beşê kargêrî li peymangeha teknîkî ya Hewlêrê, di şeva 28.08.2011an agir berda laşê xwe. Piştî 9 rojan mabûna li nexweşxaneyê, ji ber sedemê zêdebûna rêjeya şewitîn û giraniya birînên xwe, mir. Lê Benaz di dîmeneke vîdyoyî de ku bi rêya mobîlê ji aliyê hevalek wî de li nexweşxaneyê hatbû kişandin, Benaz dibêje hejmara malbatê me pire. Kes nîne debara jiyana rojane ji bom e peyîda bike. Min serlêdan kir ji bona damezrandinê wek memûr li jiber ku wasîteyê min tûnebû min danemezrandin.

Herwiha jina rojnamevan Bêgerd Qelatî jî ji aliyê zilamê wî hat kuştin û kujer jî serbeste!? 


Li bajara Silêmaniyê ya îşkenceya li hemberî jinanher ku diçe zêde dibe. Di nava 7 mehên sala 2012'an de tenê li Silêmaniyê 18 jin hatine kuştin û 440 jin jî rastî îşkenceyê hatin.

Li Herêma Federal a Kurdistanê pirsgirêkek here sereke pirsgirêka jinan e. Li Herêmê jin xwedî pirsirêkên sereke ne. Li herêmê jin her tim rastî binpêkirina mafên giran tên. Bi taybetî di qada civakî, aborî, şîrbayî, jin bijinî, nezanîn, xezanî û mijarê namûsê re rû bi rû dibin. Li gorî lêgorînên fermî ku ji aliyê Rêveberatiya Giştî ya li Dûvçûna Şideta li Beramberî Jinan, di nava 7 mehên sala 2012'an de li bajara Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê de, tenê li Silêmaniyê 440 jin hatine îşkence kirin, 522 jinan ji ber şidetê doz li kesên malbatê xwe vekirine û 18 jin jî hatine kuştin.

Di 7 mehan de 980 şidet û kuştina jinan

Li bajara Silêmanyê ya Herêma Kurdistanê, di nava 7 mehên 2012'de 18 jin hatine kuştin û 554 jin jî bi şidetên cûda rû birû bûne. Ji vê hejmarê jî ' 18 Kuştin, 62 şewtandin, 522 jiber şidetê deoz vekirin, 440 eşkence kirin û 52 şideta seksî' ku li dijî jinan pêkhatiye, hatine qeyîd kirin.

Di 4 sal û 7 mehan de; 707 jin hatine şewtandin

Di nava 4 sal û 7 mehên derbas bûyî ji sala 2008-2012'an de, 841 jin hatine şewtandin an jî jiber şidetê ku li dijî wan pêkhatiye, bi rêya şewtandinê xwestine xwe bikujin.

Herê dawî jî xorteke bajara Silêmaniyê piştî ku bi fîşekê xweîşka xwe kuştibû bi kêran pareçe parçe kiri bû û şewtandi bû.

Di 4 sal û 7 mehan de; 6 hezar û 790 şidet û kuştina jinan

Herwiha ji sala 2008-2012, di nava 4 sal û 7 mehên derbas bûyî ya sala 2012 'an de, li bajara Silêmaniê 108 jin hatine kuştin û 3 hezar û 110 jin jî bi şidetên cûdare rû birû bûne. 3 hezar û 527 Jin jî jiber şidetê doz li malbat û zilam û kesên nas vekirine.

Di 7 mehan de 44 jinan li Dûhokê xwe şewtandin

Li bajara Dûhokê şewtandina jinan zêde bûye. Di nava 7 mehên sala 2012'an de li Dûhokê 10 jin hatine kuştin û 44 jin jî xwe şewtandin û hatin şewitandin.

Li hemû bajarên Herêma Federal a Kurdistanê jin rastî heman pirsgirêkan tên. Ji ber ku mafê wan nayê parastin û rastî binpêkirinên mafên ên zêde tên neçar dimînin dawî li jiyana xwe bînin ango tên qetilkirin. Li gorî detayên fermî ku ji aliyê Rêvebertiya Giştî ya li Dûvçûna Şideta li Beramberî Jinan, di 7 mehên 2012'an de li bajarê Dûhokê şewitandina jinan û vekirina dozanê li dijî zilam û malbatî ku ji liyê jinan doz tên vekirin, zêde bûye. Tenê di 7 mehên sala 21012'an de li bajara Dûhokê 438 jinan li dijî malbat û zilamên xwe doz vekirine û 10 jin jî hatine kuştin û 44 jin jî xwe şewtandine an jî hatine şewtandin.

Di 7 mehan de 511 şidet û kuştina jinan

Li bajara Dûhokê ya Herêma Kurdistanê, di nava 7 mehan de 10 jin hatine kuştin û 63 jin jî bi şidetên cûda rû birû bûne. Ji vê hejmarê jî ' 10 Kuştin, 44 şewtandin, 438 jin jiber şidetê deoz li dijî kesên malbat vekirine, 2 îşkence kirin û 19 şideta seksî ku li dijî jinan pêkhatiye, hatine qeyîd kirin.

Di 4 sal û 7 mehan de; 3 hezar û 12 şidet û kuştina jinan

Herwiha ji sala 2008-2012, di nava 4 sal û 7 mehên derbas bûyî ya sala 2012 'an de, li bajara Dûhokê 93 jin hatine kuştin û 2 hezar û 919 jin jî bi şidetên cûdare rû birû bûne. 2 hezar û 507 jinan jî jiber şidetê li dijî zilam, bav, bira û kesên malbatê xwe doz vekirin e.

Di 4 sal û 7 mehan de; 347 jin hatine şewtandin

Dîsan di nava 4 sal û 7 mehên derbas bûyî ya sala 2012 'an de, 347 jin hatine şewtandin an jî jiber şidetê ku li dijî wan pêkhatiye, bi rêya şewtandinê xwestine xwe bikujin.

(ssq/mae)