1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Li Herêma Kurdên Babê siyasetên qirêj
Li Herêma Kurdên Babê siyasetên qirêj,li,herêma,kurdên,babê,siyasetên,qirêj

Li Herêma Kurdên Babê siyasetên qirêj

ANALÎZ: Li ser Herêma Kurdên Babê ya li bakur rojhilatê bajarê Helebê, bi siyasetên herî qirêj tên meşandin

A+ A-

JIYAN HACÎ

EFRÎN – Li ser Herêma Kurdên Babê ya li bakur rojhilatê bajarê Helebê, bi siyasetên herî qirêj tên meşandin. Çeteyên DAIŞ’ê, Cebhet El-Nusra û rêjîma Baasê ji bo ku tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxînin, hemû hewldanan dikin. Dîsa gelek komikên qaşo kurd jî di nava lîstikan de ne, lê welatî bi israr têkoşîna xwe ya azadî û jiyana hevbeş didomînin.

Ji sedsala 10’emîn ve Selçukilyan, Zinkiyan, Eyûbiyan, Memlukiyan û herî dawî Osmaniyan ji bo ku kurdan beşdarî artêşên xwe bikin, deriyê koçberiya kurdan ber bi welatê Şamê ve vekirine.

Piraniya welatiyên Kurd ên ji Kurdistanê koçber bûne, li Filestîn, Lubnan, Şam, Hema, çiyayê kurdan yê li berava Deryaya Spî û Çiyayê Kurmênc (Efrînê) ve belav bûn.

‘Herêma kurdên Babê’

Li başûrê herêma Kîlîsê ya Bakurê Kurdistanê ber bi bajarê Helebê ve jî gelek welatiyên Kurd li vê çolê bi cih bûn û ji vê çolê buhuşteke zeviyên çandiniyê ava kirin. Niha hejmara welatiyên Kurd li vê herêmê ku jêre tê gotin ‘Herêma kurdên Babê’ bêtirî 100 hezar kes in.

Li herêmên Ezaz, Bab û Cerablusê jî gelek welatiyên Kurd ji nêzî hezar salî ve bi cih bûn. Welatiyên Kurd li van herêman tevî ku ji erdnîgariya Kurdistanê qut bûne jî, ziman û çanda xwe parastine. Li herêmê li rex pêkhateyên Turkmen û Ereb ji sedsalan ve bi biratî jiyan dikin. Hin gundên din ên kurdan li nêzî bajarê Helebê ji aliyê bakur rojhilat ve hene, lê ji ber siyasetên li dijî wan hatine meşandin, di nava pêkhateyên herêmê de hatine pişaftin û piraniya wan bi zimanê Turkmenî yan jî Erebî diaxivin.

Gundên kurdan ên li van herêman li gorî nexşeya îdarî ya Sûriyeyê li herêma Ezazê ev in: “Til Inibê, Til Şiîrê, Çobê, Tehnê, Nêrebiyê û Şihalê.” Gundên girêdayî herêma Bab ya bakurrojhilatê bajarê Helebê jî ev in: “Sirsimatê, Şidûdê, Nuiman, Qubeşîhê, Hedesê, Bilêxê, Bircê, Şêxcirhê, Circê, Til Betal rojhilat, Til Circê, Tiltan, Xûzê, Eblê, Kefer zixîr, Ehrezê, Dêrhewa, Ozê, Kihêbê, Qehirkelbînê, Tirhînê, Zimkî, Başkoyê, Qibênê, Kesarê, Til Tîne, Tiwîsê, Girê Cîhhanê, Şêx Elwan, Eyûbiyê, Berşayê, Ereb Wêran, Qola, Til Çîçan, Tirhînê.” Her wiha gundên kurdan ên girêdayî navçeya Sifîrê ya rojhilatê Helebê jî ev in: “Til Hasil, Til Eran, Til Elem û Kibarê.”

Ev herêmê ji ber ku piraniya welatiyên wê Kurd in, di serdema serweriya rêjîma Baasê de hatibû paşguhkirin û ji xizmetan bêpar mabû.

Pêvajoya Şoreşê û pêvajoyek nû

Bi destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê re, welatiyên herêmê gund û bajarokên xwe ji rêjîma Baasê rizgar kirin û xwe birêxistin kirin. Welatiyan komîteyên xwe yên parastinê ava kirin û li rex tabûrên Artêşa Azad li dijî êrîşên rêjîma Baasê li ber xwe dan. Her wiha piştî ku Eniya El-Ekrad hate avakirin, gelek ciwanên herêmê beşdarî wê bûn û parastina herêma xwe kirin.

Lîstikên qirêj û êrîşên hovane

Lê piştî demeke kurt û pişt ku şoreşa Sûriyeyê ji xeta wê ya azadiyê hate derxidtin, hin tabûrên Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê li dijî welatiyên Kurd êrîş pêk anîn û bi sedan welatiyên Kurd kuştin. Her wiha komkujiya çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra di 28’ê tîrmeha 2013’an de li bajaroka Til Eran û gundê Til Hasilê mînaka herî ber bi çav bû. Di van êrîşan de şervanên Eniya El-Ekrad heta dawî li ber xwe dan û bi saya wan bi hezaran welatiyên sivîl ji komkujiyan hatin rizgarkirin. Lê ji ber dijwarbûna pevçûnan û çeteyan li dijî şervanan çekên giran bi kar dianîn, bi dehan şervanên Eniya El-Ekrad bi lehengî jiyana xwe ji dest da. Mixabin tevî komkujiya li dijî welatiyên Kurd ên heman herêmê, Partî Demokratî Kurdistan (PDK) di çapemeniya xwe de digot ku tu buyer li Til Eran û Til Hasilê rû nedane û divê lêkolînek derbarê pevçûnên vê herêmê de were kirin.

Bi deh hezaran koçber bûn

Ji ber ku ev herêm di aliyê stratîjîk de gelekî girîng e û bajarê Helebê bi gundewarên wê yên rojhilat û bakur ve girê dide û dikeve sêkoşeyeke stratîjîk, ji gelek aliyan ve rastî êrîşan hat. Di encama şer û pevçûnên dijwar ên di navbera çekdarên opozîsyonê û komên li ser navê Îslame tevdigerin û hêzên rêjîmê de bi dehhezaran welatiyên Kurd neçarî koçberiyê bûn. Her wiha bi sedan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin kuştin û serjêkirin û malên wan jî ji aliyê hemû êrîşkaran ve hatin talankirin. Mixabin hin kesên Kurd ên xwefiroş jî di nava van êrîşan de hebûn û yek ji wan Partiya Azadî ya bi serkêşiya Mustefa Cumaa bû û derbarê vê yekê de jî li xwe mukur hat.

Di wê demê de serkêşekî tabûrên Artêşa Azad ê bi navê Ebdulcebar El-Igêdî ku bi hin dewletên derve ve girêdayî bû, bi daxuyaniyekê diyar kir ku dê gelê Kurd li Sûriyeyê tune bike. Niha jî ji ber ku ew dewletên derve alîkarî bi wî re qut kirin, ji ber rûreşiya xwe ve hewl dide xwe nêzî hêzên YPG’ê bike û li xwe mukur hat ku ew ketiye şaştiyekê.

Hevkariya rejîm û çeteyan

Piştî pevçûnên di navbera van aliyan de gelek gundên herêmê ji aliyê komên radîkal ve hatin dagirkirin û sêkoşeya stratîjîk ya bajaroka Til Eran, Til Hasilê û hin gundên derdora wê jî hêzên rêjîmê dîsa bi dest xwe ve anîn. Ji ber ku welatiyên herêmê beşdarî şoreşê bibûn, ji aliyê hêzên rêjîmê ve dîsa rastî hemû cureyên îşkenceyê hatin.

Piştî ku hêzên YPG’ê û YPJ’ê li herêma Cizîrê û Kobanê destkeftiyên mezin bi dest xwe ve anîn û bi sedan gund ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, nemaze çiyayê Kizwanan û rojavayê kantona Cizîrê, çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dane bajarê Palmîra yê dîrokî û bajarê Helebê. Çeteyan di demeke kurt de Palmîra bêyî ku rêjîma Baasê li wir li ber xwe bide dagir kir. Lê li aliyê Helebê hevkariya çeteyên DAIŞ’ê û rêjîma Baasê eşkere bû. Balefirên rêjîmê gelek dever bombebaran kirin û piştî bombebaranê tavilê DAIŞ’ê heman dever dagir dikirn. her wiha çeteyan bi sedan hektarên zeviyên genim şewitandin.

Ev êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî herêma bakurê Helebê piştî ku gelek tabûrên opozîsyonê û Cebhet El-Nusra operasyona “Fetih Heleb” a derxistina rêjîmê ji Helebê îlan kirin, pêk hat. Li gorî gelek çalakvan û siyasetmedaran derbarê mijara Helebê de rêjîma Baasê û çeteyên DAIŞ’ê li hev kirine û bi vê yekê rêjîma Baasê peyamekê dişîne ku ‘Yan ez yan jî DAIŞ’. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku têkliya xwe bi hikûmeta Tirkiyeyê re bidomîne û alîkariya xwe jê werbigire, bi hemû hêza xwe hewl dide deriyê sînor El-Selam a di navbera bajarê Ezazê û Kîlîsê de bi dest xwe ve bîne. Li aliyê din çeteyên Cebhet El-Nusra jî ji bo ku desthilatdariya xwe li herêmê zêde bike, kiryarên herî qirêj li dijî welatiyên sivîl pêk anîn.

Diyar e û li gorî van agahiyên jorîn hemû aliyên çekdar ên li vê herêma kurdî hewl didin kurdan ji axa wan koçber bikin û siyasetên hêzên tarî li herêmê bidin meşandin. Li hemberî van siyasetên qirêj ku li herêmê tên meşandin, welatiyên Kurd tu carî bi van siyasetên desthilatdaran nayên xapandin û têkoşîna xwe ji bo azadiyê bidomînin û jiyana hevbeş li herêmê biparêzin. Kurdên herêmê niha ji bo sîstema xwe xweser di nava liv û tevgerê de ne û bang li hemû aliyên kurdî kirin ku piştgiriya wan bikin.

(aq)

ANHA