"Li herêmê hezar û 600 avahiyên leşkerî tên çêkirin"
HULYA EMEÇ
WAN (DÎHA) - Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan li herêmên welatî li dijî çêkirina qereqolan derdikevin geriya û çavdêriyên xwe parve kir. Turkdogan, diyar kir ku li herêmê hezar û 600 tesîsên leşkerî bên çêkirin dê bibe sedema rageşiyekî gelek mezin. Turkdogan, anî ziman ku ji bo dewlet samîmiyeta xwe nîşan bide divê demildest polîtîkayên leşkerî li ber çav derbas bike. Turdogan, da zanîn ku divê Zagona Çarçoveya Muzakereyan a Ocalan pêşniyar kir pêk bê.
Li hember pêvajoya diyalogê, li herêmê bi lezgînî qereqol-kelehkol, bendav, rê tên çêkirin û li hember van pêkanînên hikûmetê çalakî hatin destpêkirin û hemû çav li ser herêmê ne. Çalakiyên ku li Çiyayê Meskanê destpê kir, li çalakiyên Licê derket asta herî jor û piştî daxuyaniya KCK'ê çalakî bi rengekî din didome. Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, li herêmê geriya û çavdêriyên xwe ji DÎHA'yê re parve kir.
Hezar û 600 avahiyên leşkerî tên çêkirin
Di heman demê de Turkdogan di komîsyona aqilmendan de cih digire û anî ziman ku piştî vekişîna endamên HPG'ê, hi herêmê liv û tevgera leşkerî zêde bûye û eger dewletê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd biryar dabe, divê hebûna leşkerî ya li herêmê li ber çavan derbas bike. Turkdogan diyar kir ku li herêmê zêdetirî 300 kelehkol hene û bi tevî qereqolan li herêmê hezar û 600 avahiyên leşkerî tên çêkirin û wiha got: "Ji bo serweriya qadan, avahiyên leşkerî û qereqolan çêdikin. Serokwezîr ji bo çêkirina qereqolan gotibû, 'Ji bo ewlehiya sînor tên çêkirin'. Wê demê çima li Dêrsim, Amed, Çewlik û Mûşê tên çêkirin, ma ev der bi sînor re eleqedar in."
'Qereqol ji bo ewlehiya sînor nayên çêkirin'
Turkdogan destnîşan kir ku qereqolên ku tên çêkirin ji bo ewlehiya sînor nîn in û wiha got: "Hûn behsa kîjan sînorî dikin. Hûn behsa sînorê kurdan dikin. Eger Komara Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd stratejî pêş bixe, divê sînorên navbera kurdan ji holê rake." Turkdogan anî ziman ku bi nêzîkatiya ewlehiyê pirsgirêka kurd çareser nabe, ev yek dibe sedema xitimandina pêvajoyê û wiha got: "Niha tenê bi vîna hêz ya birêz Ocalan pêvajo pêşdikeve. Israra Ocalan ya ji bo aştiyê pêvajo anî vê astê. Li herêmê alozî û gengeşî heye. Ji ber ku hêviyên gel nehatine cih daxwaz hene, ji bo hêvî şîn bibin divê hikûmet gav biavêje."
'Pêwîste ku Zagano Çarçoveya Muzakereyê bê derxistin'
Turkdogan bilêv kir ku sala par wekî Komîsyona Aqilmendan raporeke berfireh pêşkeşî hikûmetê kirine, divê pêvajo derbasî qonaxeke nû bibe, ji pêvajoya diyalogê derbasî pêvajoya muzakereyan bibin û ji bo vê jî pêwîste ku Zagano Çarçoveya Muzakereyê bê derxistin. Turkdogan da zanîn ku hevdîtinên ku dewlet bi Ocalan re pêk tîne, ji bo pêşveçûna pêvajoyê têrê nake û wiha got: "Divê birêz Ocalan raste rast bi KCK û PKK'ê re hevdîtin pêk bîne. Em di pêvajoyeke hesas de ne. Hem ji bo geşedanên Rojhilata Navîn û qonaxa ku pêvajo gihîştiyê ev pêwîstiyek e.
(ça)