Li herêmê pîrozbahiyên serketina hilbijartinan didome
AMED/ ŞIRNEX (DÎHA) - BDP'ya li herêmê di hilbijartinên 30'ê Adarê de serketineke mezin bi dest xist, bi gel re pîrozbahiyan didomîne. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê hevşaredar tên pîrozkirin û li Erxenî jî li Taxa Bagur pîrozbahiyek hat lidarxistin.
ERXENÎ
Li Taxa Bagur a Erxenî ku BDP'ê dengên zêde jê wergirtin, bi beşdariya Hevşaredara Erxenî Cavîdan Yaman, Hevserokê Rêxistina Erxenî ya BDP'ê Ramazan Kartalmiş û bi sedan welatiyan pîrozbahiyek hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de dirûşmayên, "Bijî Serok Apo" hatin gotin û fîşekên hewayî asîman rengareng kir. Welatiyan li ber dahol û zurneyan govend gerandin. Hevserokê Rêxistina Erxenî ya BDP'ê Ramazan Kartalmiş got, "Dost û dijmanan dît bê gel çawa li îradeya xwe xwedî derdikeve."
SILOPIYA
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî BDP'ê bi ferqeke zêde ku şaredarî qezenc kir, xebatkarên şaredariyê, bi awayekî girseyî Hevşaredarên Silopiya pîroz kirin. Merasîma pîrozkirinê li avahiya BDP'ê ya Silopiya pêk hat. Di merasîmê de 350 xebatkarên şaredariyê Hevşaredar Emîne Esmer û Seyfettîn Aydemîr pîroz kirin. Hevşaredar Emîne Esmer, diyar kir ku ev serketin di encama têkoşîna gelê kurd de hatiye bidestxistin û wiha dewam kir, "Em ê jî şaredartiyeke demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya cinsiyetê esas bigirin û li ser vî esasî bixebitin." Ligel vê hat ragihandin ku hevşaredar, endamên Meclîsa Şaredariyê û yên Meclîsa Giştî ya Bajêr dê îro mazbatayên xwe wergirin.
(yş/mae)