1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li herêmê Çalakiyên 15'ê Sibatê
Li herêmê Çalakiyên 15'ê Sibatê,li,herêmê,çalakiyên,15,ê,sibatê

Li herêmê Çalakiyên 15'ê Sibatê

Çalakiyên şermezarkirina 13'emîn salvegera 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyê li Dêrsim, Hêlwan, Bismil, Farqîn, Pîran, Riha, Wêranşar, Qoser, Dêrîk, Kerboran, Şemrex, Nisêbîn Mêrsînê jî berdewam kir.

A+ A-

DÊRSIM

Piştî greva birçîbûnê ya li avahiya BDP'ê bi dawî bû bi sedan kesan heya suka binerd meşeke li dar xistin. Li ser navê girseyê Dursun Demîrtaş daxuyanî xwende û diyar kir ku hemû gel di hedefa dada AKP'ê de ye. Demîrtaş, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan jî perçeyeke vê konseptê ye û wiha got: “Divê ji bo Birêz Ocalan rola xwe bilîze pêşiya wî bê vekirin û muhatab bê girtin. Divê muzaker jî nû ve dest pê bikin. Dê wisa dest ji qirkirina gelê kurd bê berdan. Em kesên komplo pêkanîn wan şermezar dikin." EMEP,ESP, Nûnerên rêxistinên kedê û Şaredarê Pêrtaqê Kenan Çetîn jî tevlî daxuyaniyê bûn.

HÎLVAN

Rêxitina BDP'ê ya Hîlvanê jî xwest ku li Kolana Sîverekê meşekê li dar bixe. Lê polîsan destûr neda girse bimeşe. Li ser vê yekê Serokê Rêxistina BDP'ê Mukrî Vakar daxuyanî xwend û bal kişand ser girîngiya 15'ê Sibatê ya ji bo kurdan. Piştî daxuyaniyê girse çû avahiya BDP'ê greva birçîbûnê ya duh hate destpêkirin berdewam kirin. Li Pirsusê jî koma jî 25 kesan pêk tê li avahiya BDP'ê greva birçîbûnê ya 2 rojan dan destpêkirin.

Li Bêrecûkê ji bi heman armancê greva birçîbûnê ya 2 rojan hatibû destpêkirin bi tevlîbûna sedan kesan bi dawî bû. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Bêrecûkê Ahmet Kiliç xwest ku Ocalan serbest bê berdan û muzakere dest pê bikin.

BÎSMÎL

Li navçeya Bismîlê ya Amedê jî esnafan dikanên xwe venekirin û Rêxistina BDP'ê ya navçeyê li cihê Halîl Îbrahîm Oruç lê hate qetilkirin daxuyanî da çapemeniyê. Şaredara Bismîlê Cemîle Emînoglu, Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên navçeyê Nîzamettîn Azad, Yasemîn Şehmusoglu, endamên meclîsa şaredariyê û giştî û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankratên "Bila girtîgeha Îmraliyê bê girtin" û "Jiyan bi aştiyê aştî bi Ocalan dê çêbibe" hatin vekirin û gelek posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK û HPG'ê hatin vekirin. Nûnerê MEYA-DER'ê yê Bismîlê Mustafa Kurt, daxuyanî xwend û wiha got: "Gelê me bi salan bi rihê berxwedanê derdikeve kolanan. Gelê me li hemberî komploya hêzên nevneteweyî helwesta xwe ya aştiyê nîşan da."

Li navçeya Hezro jî li ber avahiya BDP'ê ya navçeyê bi tevlîbûna gelek kesan daxuyanî hate dan. Di daxuyaniyê de sloganên "Bijî serok Apo" û "zext me bêzar nakin" hati berzkirin." Rêveberê Rêxistina BDP'ê Mahsum Egu,daxuyanî xwend û diyar kir ku di şexsê Ocalan de gelê kurd hatiye tecrîdkirin.

FARQÎN

Li navçeya Farqînê ya Amedê ji bi heman armancê daxuyanî û çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Şaredarê Farqînê Fadil Erdede, rêveberên BDP'ê û gelek kes tevlî bûn. Li ser navê girseyê Rêveberê BDP'ê yê navçeyê Mahmut Gezer daxuyanî xwend û diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi awayeke howane dîl hate girtin.

PÎRAN

Li navçeya Pîranê ya Amedê jî bi heman armancê daxuyanî hate dan. Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Cemal Abdulnasr Sert, Şaredarê Pîranê Mustafa Uyguner û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Bi avahiya BDP'ê ve pankarta reş hate daliqandin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Pîranê Cemal Abdulnasir Sert, daxuyanî xwend û diyar kir ku 15'ê Sibatê ji bo gelê kurd rojeke reş e û 15'ê Sibatê şermezar kir.

RIHA

Li Rihayê jî 15'ê Sibatê bi grava birçîbûnê ya 2 rojan hate şermezarkirin. Greva birçîbûnê ya li avahiya BDP'ê ya Rihayê hate destpêkirin 50 kes tevlî bûn. Di çalakiyê de axaftinên Ocalan bi slaytê tên guhdarkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya navendî Îzettîn Gok li vir axivî diyar kir ku ew ji bo 15'ê Sibatê şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê ya 2 rojan kirin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Rihayê Fatma Îzol jî diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê bi Ocalan re diyalog bê destpêkirin û 8 madeyên BDP'ê yên çareseriyê xwendin.

WÊRANŞAR

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji bi heman armancê daxuyanî hate dan û 15'ê sibatê hate şermezarkirin. Berî daxuyaniyê li naçveyê tedbîrên gelek berfireh hatin girtin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Halîs Aktaş û komeke BDP'î dema ku hatin Kolana Karacadagê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û paşve şandin. Pişt re BDP'î çn ber avahiya BDP'ê ya li taxa Kişlayê û daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê Rêxisetina BDP'ê ya navçeyê Halîs Aktaş, daxuyanî xwend û 15'ê Sibatê şermezar kir. Aktaş, da zanîn ku bi heman armancê greva birçîbûnê ya ji 3 rojan pêktê dane destpêkirin.

QOSER

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî ji ber walîtiyê û qeymeqam destûr neda mitîngê li Qada Azadiyê daxuyanî hate dan. Parlementerê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrdînê Sîhem Elveren Alp û bi hezaran kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de sloganên "Bijî serok Apo", "Ocalan Ocalan", "Şehit namirin" û "Zext me bêzar nakin" hatin berzkirin. Li ser navê girseyê Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrdînê Sîhem Elveren Alp, daxuyanî xwend û diyar kir ku bersiva 15'ê Sibatê bi 3 mîlyon û nîv îmzayan bersiv hate dan. Alp, bertek nîşanî destûr nedayîna mitîngê da. Parlementerê BDP'ê yê Erol Dora jî diyar kir ku pirsgirêka Tirkiyeyê ya herî mezin û sereke pirsgirêka kurd e.

DÊRÎK

Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê jî bi heman armancê meşa hate lidarxistin. Wekîlê Şaredara Dêrîkê Dogan Ozbahçecî û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Girse ji ber avahiya BDP'ê heta Qada Cumhuriyetê meşiyan. Di meşê de pankarta "Em 15'ê Sibatê şermezar dikin" hate vekirin û sloganên "Bimire 15'ê Sibatê", "Bijî Serok Apo" û "Zext me bêzar nakin." hatin berzkirin. Piştî meşê li Qada Komarê daxuyanî hate dan. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Dêrîkê Adîl Aktaş, daxuyanî xwend û diyar kir ku gelê kurd êdî azadiya "Birêz Ocalan" dixwaze û wiha got: "Birêz Ocalan temînata aştiya civakî ye. Heke hikûmata AKP'ê bixwaze pirsgirêka kurd çareser bike divê bi Birêz Ocalan re demildest dest bi muzakerayan bike." Piştî daxuyaniyê di navbera polîs û ciwanan de peçvûn derket. Polîsan bo bombeyên gazê û ava şid mudaxele li ciwanan kir ciwanan jî bi keviran bersiv da polîsan. Pevçûn di nava kolanan de berdewam dikin.

KERBORAN

Li navçeya Kerboranê bi heman armancê dikan nehatin vekirin û daxuyanî hate dan. Girseya tevlî daxuyaniyê bûn ji bo Ocalan slogan berzkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Kerboranê Rauf Acar daxuyanî xwende û bal kişand ser polîtîkayên hikûmat AKP'ê yên qirkirina siyasî ya li ser gelê kurd. Acar, diyar kir ku pirsgirêka kurd incax bi muhatabên pirsgirêkê re bê çareserkirin. Piştî daxuyaniyê pevçûn derket. Bûyerên li navenda navçeyê dest pê kirin berdewam dikin.

ŞEMREX

Rêxistina BDP'ê ya Şemrexê ji bi heman armancê li Qda Cumhuriyetê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Şemrexê Halît Erten, daxuyanî xwende û bal kişand ser tecrîda giran û 15'ê Sibatê şermezar kir.

NISÊBÎN

Rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê jî bi heman armancê xwest ku meşekê li dar bixe lê polîsan destûr neda meşê. Piştî nîqaşan gireseyê heta ber navenda Çandê ya Mîtaniyê meş li dar xist û li vir polîsan pêşiya girseyê girt destûr neda meşê. Li ser vê yekê girseyê di nava kolanan de meşa xwe berdewam kir. Li Bulvara Şîrîn meş bi dawî bû û li vir daxuyanî hate dan. Piştî daxuyaniyê polîsan bi bombeyên gazê êrîş li girseyê kir û pevçûn hêj berdewam dikin.

MERSÎN

Di çalakiyên li Mêrsînê yên bi heman armancê pêk hatin de di navbera polîs û çalakvanan de pevçûn derketin. Li taxên navçeya Akdenîzê ciwanan li ser riyan barîkat danîn û agir hilkirin. Li taxa ciwanan meş li dar xistin. Hate ragihandin ku di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derketin. Hate zanîn ku ji ber bûyeran 3 zarok hatin binçavkirin. DÎHA (bd/ak)