Li herêmê şahiyên mitîngê
"Em ji derveyî vîna gel tu tişteke din nas nakin"
Di çarçoveya amadekariyên mitînga "Ji Bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk" de li Mêrdîn, Şirnex û Amed û navçeyên wê bi tevlîbûna bi hezaran kesî şahî hatin lidar xistin. Parlementerê Wanê Ozdal Uçer diyarkirin ku ewê qedexeya mitingê nas nekin û got; "Em ji derveyî vîna gel tu tişteke din nas nakin.
MÊRDÎN
Rêxistina BDP'A Qoserê li taxa Îpekê şahiyek lidar xist. Hevseroka BDP'a Mêrdînê Sîhem Elveren Alp, Serokê BDP'a Qoserê Omer Turgay, Cîgira Şaredarê Qoserê Şerîfe Alp, endamên şaredariyê û Serokê Konseya Bajêr Aslan Başboga jî di nav de gelek kes tevlî şahiyê bûn. Di şahiya ku pankarta li ser "Ji bo Rêber Apo azadî, em meşa azadiyê ya ber bi Amedê ve silav dikin" nivîsanî hat vekirin de Koma Dengê Amara derket ser dikeyê. Alp di şahiyê de xîtabî gel kir û got; "Sala 2012'an di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dê bibe sala azadiya gelê kurd. Roja 14'yê Tîrmehê ji 7 salî heta 70 salî herkes qada Îstasyonê dê veguherîne qada azadiyê. Em ê hemû barîqatan bişkênin û azadî û nasnameya xwe bixwazin.
HEZEX
Li qada Atakenta navçeya Hezexa Şirnexê şahî hat lidar xistin. Di şahiya ku piraniya wan ji ciwanan pêk hat de li ber stranan govend hatin girtin. Serokê BDP'a Hezexê Niyazî Çevrîm di şahiyê de banga tevlîbûna mitîngê kir û bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Çevrîm destnîşan kir ku ji bo aştiyê divê hemû Hezexî biherikin qada mitîngê.
CIZÎR
Li taxên Nur û Sura navçeya Cizîra Şirnexê jî bi tevlîbûna bi hezaran kesî şahî hatin lidar xistin. Bi hezaran kesên ku tevlî şahiyê bûn dirûşmeyên wekî; "Ocalan", "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e gel li vir e" berz kirin. Bi hezaran kesên ku li ber mûzîkê govend gerandin coşa mitîngê jiyan. Balkêş bû ku gelek jin tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de fîşekên hewayî hatin teqandin û tarîtiya şevê hat ronîkirin. Serokê BDP'a Cizîrê Mehmet Nezîr Akengîn di mitîngê de axivî û diyar kir ku ewê wekî gelê Botanê tevlî mitînda Amedê bibin.
QILABAN
Rêvebirê BDP'a Qilabanê Mesut Paksoy di civîna çapemenî ya li avahiya BDP'a navçeyê hat lidar xistin de daxuyand ku ew ê girseyî tevlî mitînga 14'yê Tîrmehê bibin.
ŞIRNEX
Li taxa Cumhuriyeta Şirnexê bi tevlîbûna hezaran kesî şahiyek hat lidar xistin. Di şahiya ku dirûşmeya "Bijî Serok Apo" hat berzkirin de Cîgirê Serokê BDP'a Şirnexê Yusuf Ugur axivî û bal kişand li ser berxwedana gelê Botanê. Ugur got; "Gelê Botanê tu caran serî li hemberî pêkûtiyan stûyê xwe netewandiye. Gelê kurd dê xwedî li vîna xwe derkeve. Ji bo vê yekê 14'yê Tîrmehê em ê ber bi Amedê ve birê bikevin."
FARQÎN
Di çarçoveya xebatên amadekariya mitîngê de li gundên Reşikê, Gulemîra, Çirikê, Salika, Dêrikahemêreşo, Girkêboto û Malabadê yên bi ser navçeya Farqîna Amedê hatin ziyaretkirin. Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Şaredarê Farqînê Fadil Erdede, Hevserokê BDP'a Farqînê Mahmut Ektî, endamên meclîsa şaredarî û bajêr, hûnermend Rojda, Farqîn û gelek kes tevlî serdanê bûn. Heyeta BDP'ê di ketina gundan de bi dirûşmeyên wekî; "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Bijî Gerîlla", "Bijî Kurdistan" û bi çepik û zimêran hatin pêşwazîkirin. BDP'iyan di serdana xwe de banga tevlîbûna mitîngê kirin. Tevî hewayê germ şêniyên gundan eleqeyeke mezin nîşanî BDP'iyan dan. Hûnermend Rojda û Farqîn jî li gundan konser dan.
Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Tuncel jî xîtabî gel kir û anî ziman ku di mitîngê de ew ê di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de azadiya gelê kurd biqêrin. Tuncel wiha axivî: "30 sal in li vî welatî şer heye. 30 sal in deh hezaran kesî jiyana xwe jidest dan. Ev şer hê jî dewam dike. Ji bo em bi wan bidin gotin ku kurd hene me ev qasî bedel dan. Mitînga 14'yê Tîrmehê mitînga berxwedanê ye. Li hemberî polîtîkaya faşîst a AKP'ê seknek e. Ev mitîng dê pêşeroja me diyar bike."
BISMIL
Li parka Halîl Îbrahîm Oruç a Bismilê şahiya gel hat lidar xistin. Parlementerê Wanê Ozdal Uçer, Şaredar Cemîle Emînoglu Hevserokên BDP'a navçeyê Nîzamettîn Azad û Yasemîn Şehmusoglu jî di nav de bi hezaran kes tevlî şahiyê bûn. Di şahiya ku posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin bilindkirin de bê navber dirûşmeyên wekî; "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Ocalan" hatin berzkirin. Parlementer Uçer di şahiyê de axivî û got; "Waliyê Amedê li ser biryara qedexekirina mitîngê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û di daxuyaniya xwe de dibêje; 'ji bo gelê me û hêzên ewlehiyê neyên beramberî hev û welatiyên me zirarê nebînin me mitîng qedexe kir.' Baş e heke tu dixwazî gel zirar nebîne wê demê tu çima fermana bombeyên gazê biavêjin didî? Tu çima bi panzeran bi ser gel de diçî? Çima mitînga vî gelî qedexe dikî? Herkes derewên wan baş dizanin. Lewma em van derewên wan girîng nabînin. Em ji riya ku dizanin şaş nabin. Me soz daye Apo em ji vê riyê paşve gav navêjin. Lewma dewlet qedexe jî bike serbest jî bike em biryara dewletê bê wate dibînin. Ji ber ku em ji derveyî vîna gel tu tişteke din nas nakin.
'Gelê kurd bêriya birêz Abdullah Ocalan kir'
Uçer xwest ku gelê kurd li hemberî komkujî û pêkûtiyên hikûmetê bêdeng nemîne û wiha axivî: "Di 14'yê Tîrmehê de li zîndana Amedê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Mazlum Doganan berxwedana azadiyê bilind kirin. Par di 14'yê Tîrmehê de Xweseriya Demokratîk hat îlankirin. Ji ber vê yekê em ê 14'yê Tîrmehê mitînga xwe lidar bixin. Ji ber gelê kurd dê xwedî li vîna xwe derkeve mitîng qedexe kirin. Gelê kurd beriya girtiyên xwe kirin. Gelê kurd beriya Rêberê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan kir. Me beriya gerîlayên serê çiya kir. Em êdî tu şertan qebûl nakin. Em azadiyê dixwazin. Em azadiya Birêz Abdullah Ocalan dixwazin. Emê bi milyonan gerîlayên Kurdistanê pêşwazî bikin. Ji ber vê yekê mitînga 14'yê Tîrmehê gelekî girîng e."
Piştî axaftinê Hozan Comert derket ser dikeyê û gel coşand.
(ak/mae)