Li herêmên xweser Newroz li 12 cihan tê pîrozkirin
ANHA - NAVEDNA NÛÇEYAN - Li herêmên xweser ên Rojavayê Kurdistanêcejna Newrozê dê roja 21'ê Adarê bi druşmeya ''Ji Rojava ber bi Sûryeke demokratîk ve'' li 12 navendan bê pîroz kirin.
Li groî aghiyên ji komîteyên Amdekdar ên şahiyên Newrozê yên herêmên xweser ên Rojava hatin girtin Newroza îsal a herêmên xweser ên Rojava dê di roja 21'ê Adarê li 12 navendan bi durişmeya ''Ji Rojava ber bi Sûryeke demokratîk ve'' bê pîroz kirin.
Navendên ku dê newroz lê bêne pîrozkirin ev in:
Herêma Cizîrê:
Qamişlo, Dêrik, Koçerat, Girkê Legê, Tirbespiyê, Amûdê,Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê.
Herêma Kobanê:
Şehiya Mezin dê li çiyayê Meşte Nûr bê lidarxistin.
Herêma Efrînê:
Li Erfînê jî dê şahiya mezin li navenda Efrînê bê pîrozkirin. Li aliyê din jî tê payîn ku şahiyên din ên biçûk li naveçe û gundên herêmê bêne lidarxistin.
Hate gotin ku dê îsal di Newrozê de diruşmeya ''Ji Rojava ber bi Sûryeke demokratîk ve'' bi 3 zimanên herêma Cizîrê yên fermî kurdî, suryanî û erebî li hemû şahiyên herêmê bê dalqandin.
Derbarê pîrozbahiyên newrozên paytext Şamê û Helebê ji ber rewşa şer û pevçûnan heta niha biryar nehatiye dayîn.
(ie)