1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Hesekê di navbera YPG û rejîma Sûriyê de şer derket
Li Hesekê di navbera YPG û rejîma Sûriyê de şer derket,li,hesekê,di,navbera,ypg,û,rejîma,sûriyê,de,şer,derket

Li Hesekê di navbera YPG û rejîma Sûriyê de şer derket

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS Li bajarê Hesekê di navbera hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û Hêzên YPG’ê ji aliyekî ve û hêzên rêjîma Baasê de şer û pevçûn bi dijwarî rûdidn. Li gor ANHA’yê îro di saetên nîvê şevê de heta niha di navbera hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji aliyekî ve û hêzên rêjîma Baasê, pêxwaz û çeteyên wê yên rûpêçayî (Muqeneîn) de şer û pevçûn bi dijwarî rû didin. Hat ragihandin ku şer bi dijwarî li taxa Mesakên rû dide û Hêzên rêjîm bi çekên giran û topên hawanê êrîşî Navenda Agirkujiyê û çeperên hêzên YPG’ê dike. Derbarê agahiyên heta niha hatine bi dest xistin de, 2 topên hawanê li taxa Muftî ya bajêr ketine û derbarê ziyanan de agahî nehatin bi dest xistin. Şer û pevçûn di nabera hêzên Asayîş/YPG’ê û rêjîma Baasê de bi dijwarî didomin. Hêzên rêjîmê bi awayekî hovane taxên sivîlan bi hawanan topbaran dike.