Li Heskifê înşaatên di herema sît temam bûn!
FERHAT ARSLAN - ÊLÎH 15.06.2014 08:24:31 Gundê Kesme ku beramberê aliyê din a Heskîfê ye, Endamên Meclîsa Şaredariyê a AKP’ê dixwazin ku girêdayî navçeyê bikin lê jiber gundî dijî vê derketin, di bin denetima Cendirmeyan ve bingeha înşaatê hat avêtin û cîhê 11 dikandar hatiye temamkirin û hatiye asta îhaleyê.
Heskifa Antîk ku ev 65 sale destur nadin ku gelê heremê bizmarek li mala xwe bidin û şitil kî li bexçeyê xwe deynin, gundê Kesme (Qurê- serpir) ku beramberê Heskifê ye kêleka behra Dîcle ye ji aliyê Keymekamî 11 dikan zivirîne dikandar û înşaatê wan temam bune. Li dijî protestokirina gundiyan Keymekama Heskifê Temel Ayça bi cendirmeyan bihevre ji gundiyan re gefa “wê livir înşaata cîhê kar bê temamkirin û ezê bidim îhaleyê” kiribu.
Ligel ku girêdayî Heskîfê nîne û beramberê behrê ye gundiyên ku jiber çêkirina dikandaran ji a ji aliyê Keymekamî li gundê xwe serî hildane vê carê jî ji gundiyan re gefa “malên we bê ruhsate” dikin û ji gundiyan dixwezin dengê xwe qut bikin û ji vanare bêdeng bimînin.
Keyayê gundê Qurê-serpir diyar kir ku, “ji 2007’an vir ve li gund nahêlin ku gundî bizmarek lêdin lê ew li qadekî dirokî a bi hezar salan de cîhê dikandaran çêdikin lê em nahêlin em ji bo vana îtîraz dikin lê ew ruxmê giştî van îtîrazên me çêdikin. Ev dikandaran wê di demên pêşte acibuyîn çêbike ruxmê ku em vana ji rayedaran re dibêjin bersivê wan jî “’malên gundiyan jî bê ruhsate bêdeng bin’e. Disan hinek malbatan kul i ersên xwe ode çêkirine ji bo wana xera bikin dem dane. Lê ji aliyê din di herema sît de cîhê dikandaran çêdikin”.
Kenan Dezen jî bal kişand ser politikayê AKP’ê a nasnekirin û dervehiştin û got, înşaata ku Keymekamtî li herema sît çêdike rayedaran jî ji vana bêdeng dimînin. Dezen da diyarkirin ku, mafê Keymekamî a wekî wî nîne û wiha, gundê Qurê-serpir k udi navbera heskifê nu kut ê înşakirin û heskifê kevin dene jiber dengên gund bi giştî hilbijartinan de hemî diçin BDP’ê jiber wê daxwaziya me a girêdaybuna Heskîfê ji aliyê rayedarên dewletê û endamên meclisa şaredariyê a AKP’ê vaya red diin. Ruxmê ku gundê me li Heskifê re din av hevdu ne em girêdayî navenda Êlîh’ê ne. Lê Keymekama Heskifê û şaredari heya niha nahêlin em dengên xwe bikar bînin çi mafê wan heye kul i gundê me dikandaran çêdikin û didin îhaleyê? Eger gundiyan ev dikan çêbikira wê cezayê bi milyonan pere re ru bı ru bimana. Ji ber ku di herema sît em nikarin bizmareki jî lêdin. Lê Keymekam anjî saziyên dewletê hewldanekî wan wisa hebe wekî suc nayê qebulkirin.
Hat hînbun ku wê di derbarê vê mijarê Hewldanên Jiyankirina Heskifê, wê di derbarê rayedaran ve daxwaza lêpirsînê vekin.